Heyeta KCK’ê bi Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re civiya
Heyeta KCK’ê bi Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re civiya
Heyeta KCK’ê bi Serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê re civiya
Îro heyeteke Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi Serokatiya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê û nûnerên partiyên li parlamentoyê re civiya. Di civînê de guftûgo li ser rewşa Kobanê, serhildanên li Bakurê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hatin kirin.
Berpirsê Peywendiyên Derve yê KCK’ê Ferhan Amara der barê serdana ji bo Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de ji RojNewsê re wiha got: “Em weke nûnerên KCK’ê bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemed, nûnerê PDK, YNK, Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Îslamî ya Kurdistanê civiyan.”
Amara di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Naveroka civînê li ser rewşa Kobanê, serhildanên Bakurê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî ya Kurd bû.”
Berpirsê peywendiyên derve yê KCK’ê Ferhan Amara di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê helwesta xwe li ser van her sê mijaran anî ziman. Êrîşên Tirkiyê yên li dijî xwepêşanderên Bakurê Kurdistanê şermezar kir. Her wiha li ser mijara Kongreya Neteweyî jî diyar kir ku wê hemû hewldanên xwe yên ji bo di demeke nêz de ev kongre were lidarxistin, bi kar bînin.”