Heyeta Îmraliyê ya çû Qendîlê vegeriya

Heyeta Îmraliyê ya çû Qendîlê vegeriya

Heyeta HDP'ê ya li Îmraliyê tevlî hevdîtinan dibe, piştî ku bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir ji Qendîlê vegeriya.

Heyeta Îmraliyê ya ji Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken û Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, beriya hevdîtina bi Ocalan re, ji bo bi rêveberên KCK'ê re hevdîtinê bike, duh danê nîvro çûbû Qendîlê. Heyet, piştî hevdîtina îro ya bi rayedarên KCK'ê re, vegeriya.

Ev hevdîtin, piştî êrîşên dagirkirina Kobanê û çalakiyên protestoyî yên bê hempa ku di 6'ê Cotmehê de destpêkirin û li gelemperiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiye belav bûn, pêk hat.