Heyeta ÎHD’ê li sînorê Kobanê çalakiya rûniştinê da destpêkirin

Heyeta ÎHD’ê li sînorê Kobanê çalakiya rûniştinê da destpêkirin

Heyeta ÎHD’ê ya hat Pirsûsê ji bo şermezarkirina helwesta Tirkiyeyê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê li Serxetê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Ji bo tevlibûna berxwedana YPG û YPJ’ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatina welatî û saziyan li Pirsûsê didome. Heyeta ÎHD’ê ya ji Alîkarî Serokê Giştî yê ÎHD’ê Serdar Çelebî û Osman Suzen, nûnerê Şaxên Herêmê yê ÎHD’ê Şevket Akdemîr û rêveber û serokên şaxên ÎHD’ê pêk tê hatin Pirsûsê hin hevdîtin pêk anîn. Heyet piştî hevdîtinan derbasî Serxetê bûn ji bo şermezarkirina nêzîkatiya AKP’ê ya hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber benda leşkeran çalakiya rûniştinê da destpêkirin.