Heyeta Elman a di bin serokatiya Claudia Roth de çû Pirsûsê
Heyeta Elman a di bin serokatiya Claudia Roth de çû Pirsûsê
Heyeta Elman a di bin serokatiya Claudia Roth de çû Pirsûsê
Heyeta Elman a di bin serokatiya Cîgira Serokê Parlamentoyê û Parlamenterê Partiya Keskan a Elman Claudîa Roth de li Pirsûsê bi parlamenterên HDP’ê re hevdîtin kir û der barê berxwedana Kobanê û kesên ji Kobanê hatine agahî girt.
Heyeta Elman a ji serokatiya Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Parlamenerê Partiya Keskan a Elman Claudîa Roht, peywirdarê Sefîrê Elman Ulrîke Dufner, nûnerê Weqfa Henrîchbol Herman Nîkolaî û nûnerê Weqfa Welt Hunger Hilfe Davîd Wehîuger pêk dihat li Şaredariya Pirsûsê bi parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan re hatin cem hev û der barê Kobanê û penaberên Kobanê de agahî girt.
Heyet piştî hevdîtinê çû serdana penaberên ku avahiyên şaredarî de hatine bicihkirin.
Roth bi jinên penaber re bi hevkariya wergervan yek bi yek hevdîtin kir û jin û zarok hembêz kir û soz dan ku çi ji destê wan bê wê bikin.
Li aliyê din Cîgirê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û Parlamenterê Dîlokê yê CHP’ê Mehmet Şener û rêveberên CHP’ê hatin navçeyê. Heyeta CHP’ê wê biçe serdana parlamenterên HDP’ê û wê hinek serdanan pêk bînin.