Heyeta BDP’ê vegerî Tirkiyeyê
Heyeta BDP’ê vegerî Tirkiyeyê
Heyeta BDP’ê vegerî Tirkiyeyê
Heyeta BDP’ê ku nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rayedarên KCK’ê re nivîsandî gihandin Qendîl û duh piştî bersiva nameyê ji Qendîl girtin ber bi Tirkiyeyê ve derketin rê. Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş ku name girt got: “Dibe ku heyeta pêncemîn biçe Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re nîqaşekî gotinî bike.”
Heyeta BDP’ê ku duwemîn peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roja 5’ê Nîsanê ji rayedarên KCK’ê re gihandî Qendîl, bersiva nameyê duh ji Qendîl wergirtin. Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş beriya ku ji Qendîl derbikeve daxuyaniyekî kurt da û da diyarkirin ku, name girtiye ew bixwe jî nizanin ka di nava wê de çi heye. Demîrtaş da zanîn ku, ew dê nameyê bidin rayedaran û rayedar jî dê bigehînin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Demîrtaş aşkera kir ku, dibe ji bo li gel Ocalan nîqaşek gotinî bê kirin, heyeta 5’mîn biçe Îmraliyê.
Demîrtaş wiha got: “Ez bawerim ku piştî van nivîsînan dê Birêz Ocalan bigehe biryarekê û eger pêwîst bike bangek were kirin, dê piştî van pêngavan zelaltir bibe. Ew nîqaşên ku me li vir pêkanîn, ez bawerim dê ji bo yên li vir jî sûdê xwe hebe.”
Demîrtaş da diyarkirin ku, di hevdîtinan de rayedarên KCK’ê hinek gûmanên xwe anîn ziman, hinek ji vana hewil didin di nîqaşan de derbaz bikin; lê belê hinek jî nehatin derbaz kirin. Demîrtaş anî ziman ku, gûmanên bi vî awayî yên Qendîlê girêdayî Hikumetê ne û ev tişt anî ziman: “Bitaybet pêwîste Hikumet di aliyê bikaranîna zimanê aştî û çareseriyê de hinek din bi cesaret be. Weke din jî pêngavên bicesaret yên ku baweriyê didin û gûmana çênekin bi avêjin û nêz bibin. Ev dê bilez hemû astengên li pêşiya pêvajoya çareseriyê rabike. Dîtinên me yên li vir evin.”
Demîrtaş dîtinên xwe yên li Qendîlê jî wiha vegot: “Dema ku ji Tirkiyeyê temaşeyî Qendîlê dikin, hemû car weke navenda şer tê dîtin. Lê belê bi kesên ku me li vir hevdîtin pê re kir, ji bo aştiyekî birûmet ji her demê zêdetir amade ne. Lê belê ji hikumetê bendewariyên rakirina gûmanên ku dewletê avakirine hene.”
Heyeta ku ji Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat, şeva din di demjimêr 22.30’an de ji Hewlêrê derketin û ber bi Tirkiyeyê derketin rê.