Hewlêrî: Li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan stratejiyeke hevpar divê

Hewlêrî: Li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan stratejiyeke hevpar divê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Hewlêrî da xuyakirin ku 9. Civata Giştî ya Kongra Gel, bi biryar û asta xwe ya nîqaşê re her çar parçeyên Kurdistanê hembêz kiriye û destnîşan kir ku, divê hêzên siyasî yên Kurd di mijarên siyasî, dîplomatîk û parastinê de bibin xwedî polîtîkayên hevpar.

Hewlêrî bal kişand ser girîngiya konferansa li Hewlêrê bê lidarxistin û got, "Di siyasetê de, hebûna navgîneke hevpar şert e. Dibe ku di mijarên stratejî û taktîkê de em ne hem fikir bin. Li Rojhilata Navîn ji bo gelê Kurd stratejiyeke hevpar divê."

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Xebat Hewlêrî, di 9. Civata Giştî ya Kongra Gel de gotûbêjên li ser Başûrê Kurdistanê û biryarên hatin wergirtin, ji ANF'ê re anî ziman.

Hewlêrî da xuyakirin ku pergala heyî ya li Başûrê Kurdistanê ne demokratîk e û mirovên li herêmê nikarin xwe li pêşberî qanûnan bînin ziman. Hewlêrî diyar kir ku di mijarên karên ne li rê û pirsgirêkên îdarê de gelek gazin ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatine kirin, lewma ew di civata giştî de bi giranî li ser vê mijarê rawestiyane.

Hewlêrî ragihand ku siyaseta heyî ya li Başûrê Kurdistanê tê meşandin li ser bingeha feraseta dewletê ye û bi vê siyasetê re gel tê binpêkirin. Hewlêrî destnîşan kir ku pêwistî bi siyaseteke demokratîk heye û hişyarî da ku eger bi vî rengî dewam bike wê gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê her biçe xizan bibe.

'DI HILBIJARTINÊN BAŞÛR DE EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HÊZÊN DEMOKRATÎK'

Hewlêrî bal kişand ser girîngiya afirandina aboriyeke alternatîf û got, "Di hilbijartinên werin kirin de, divê em piştgiriyê bidin hêzên demokratîk. Eger ev vê bikin, emê hingî vîna gelê xwe yê li Başûr derxînin holê. Li Başûrê Kurdistanê siyaseteke demokratîk divê. Eger bi vî rengî dewam bike, wê gelê me wenda bike. Divê li dijî eşîrbûyîn û malbatiyê têkoşîn bê dayîn. Ji lewre divê em hêzên demokratîk derxînin pêş. Di 9. Civata xwe ya Giştî de me biryar dan piştgiriyê bidin hêzên alternatîf. Bi kurtasî emê piştgiriyê bidin hêzên demokratîk."

"DIVÊ KONFERANSA NETEWÎ BIBE NAVGÎNA HEVPAR A CIVAKA KURD'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Hewlêrî da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1980 û vir ve ji bo çar parçeyên Kurdistanê xwedî planên dorfireh e û destnîşan kir ku wî heta niha ji bo kongreyeke netewî xebatên mezin meşandiye.

Hewlêrî diyar kir ku divê kongreya netewî bibe navgîna gelê civaka Kurd û weha peyivî: "Di warê siyasî, dîplomasî û artêşê de, mixabin ev pêk nehat. Hînê jî ev kongre pêk nehatiye. Rêber Apo di nameyên bi rêya heyeta BDP'ê şand de jî ev konferans pêşniyar kir. Di vê çarçoveyê de silav li hin şexsiyetên navdar ên li Başûrê Kurdistanê kir. Bi silavên xwe re ji wan xwest, tevlî xebatên netewî bibin. Ji serokê hikûmetê Mesûd Barzanî re nameyek şand û jê xwest ji bo avakirina yekitiya netewî têkeve nava hewldanan. Lê mixabin naveroka nameyê ji aliyê hin rojnamevanên Nêzî Partî Demokratîk Kurdistan (PDK)'ê ve hat nepixandin û bi xwe hin tişt lê zêde kirin. Hin mijarên li çapemeniyê hatin belavkirin, teqez ji aliyê Rêber Apo ve nehat gotin. Ev helwest qet li wan jî nehat. Ti eleqeya wan mijaran bi rastiyê re tineye. Rêber Apo bi salan ji bo vê kongreyê li ber xwe dide. Tevgera me jî di vê demê de giranî daye vê mijarê. Bi hemû partî û tevgeran re di nava têkiliyeke nêz de ye. Weke tevger me ti carî negotin ev partî yan ev tevger biçûk e, em pê re nakevin têkiliyê. Deriyê me ji herkesên bi siyaseta demokratîk re mijûl dibe, vekiriye."

Hewlêrî da xuyakirin ku wê di demeke kurt de konferansa netewî pêk were û destnîşan kir ku divê li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd bibe xwedî polîtîkayeke dîplomasiyê ya hevpar. 

Hewlêrî got, "Hêzên me yên leşkerî ji hev cûda ne. Ji ber vê yekê, divê rêxistinbûyînek bê avakiirn ku hemû hêzên me yên leşkerî bi hev re cih bigirin. Li hemberî destwerdaneke derve, pêwîste pergaleke me ya parastinê hebe. Ya herî girîng jî, divê di warê siyasî de navgîneke me ya hevpar hebe. Dibe ku di warê stratejî û taktîkê de, em hemfikir nebin. Divê em li Rojhilata Navîn gelê Kurd bikin xwedî stratejiyeke hevpar."