Hewldanên dagirkirinê yên çeteyan bi berxwedanê tên şikandin

Hewldanên dagirkirinê yên çeteyan bi berxwedanê tên şikandin

Hewldana çeteyên DAIŞ'ê ya ji bo dagirkirina Kobanê, bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê tê şikandin. Li gorî agahiyan hêzên YPG'ê, çeteyên DAIŞ'ê heta gundê Til Şeîrê qewirandine.

Li gel êrîşên dewamiya êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ'ê li Rojavayê Kobanê derbên giran li çeteyan dane, çete heta gundê Til Şeîrê qewirandine û çeteyan kozikên xwe terikandine.

Li rojhilatê Kobanê, li eniya bakurê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê, çeteyên DAIŞ'ê ev hefteyeke dixwazin şer bikin û hemû êrîşên wan hatin şikandin. Şervanên YPG/YPJ'ê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, li ser hev çalakiyan lidar dixin. Hat ragihandin ku ji duh bi şev û vir ve di êrîşên li eniyên rojhilat, başûr û rojava de, gelek çete hatine kuştin.

Di êrîşên çeteyan ên duh êvarê bi tank, top, hawan û rokêtan de sivîlê bi navê Fethî Elî yê 64 salî birîndar bû.

Tê payîn ku YPG li ser encamên şerê ji duh bi şev û vir ve diqewime de daxuyaniyekê bide.

Li aliyê din, hat gotin ku hêzên koalîsyonê danê vê sibê bombebaraneke bi bandor li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên derbên giran ji hêzên YPG/YPJ'ê dixin, lidar xistine. Der barê encama bombebarana hewayî de agahiyeke zelal nehat bidestxistin.