Hewldana waliyê Wanê: Cerdevanên Modern!
Hewldana waliyê Wanê: Cerdevanên Modern!
Hewldana waliyê Wanê: Cerdevanên Modern!
Di pêvajoya çareseriya demokratîk de li şûna ku cerdevanî ji holê bê rakirin, li Wanê pêş dixin. Waliyê Wanê Mûnîr Karaoglu ji bo pêşxistina pergala cerdevaniyê wek "rol model" mizgîniya cerdevaniyê da.
Li Wanê hejmara cerdevanên wek kadro li derdora 7 hezar û 320 kesan bû, lê di 3 mehên dawî de gihişt 8 hezar û 280 kesan û li gorî vê hejmarê 960 cerdevan hatin zêdekirin. Li Wanê di bin navê perwerdehiyên pîşeyî yên weke; sewalvanî, mêşvanî û kursên tenduristiyê tên dayîn. Di Odeya Pîşesaziya Bazirganiyê de bi vê mebestê civîn hat lidarxistin, Waliyê Wanê Munîr Karaoglu, Alîkarê Walî, Mudûrê Aşayîşê Umît Yurdakul, fermandarên leşkerî û cerdevan tevlî civînê bûn.
QAŞO HEJMARA CERDEVANAN KÊM BÛYE!
Walî Karaoglu îddîa kir ku hejmara cerdevanan zêde nebûye, berevajî vê yekê hîn kesan dest ji cerdevaniyê berdane. Karaoglu îddîa kir ku demên berê hejmara cerdevanan 7 hezar û 500 kes bû, lê niha hejmar daketiye 5 hezar 800 kesan.
CERDEVANÊN MODERN!
Karaoglu got ku armanca vê projeyê ew e ku cerdevan ji aliyekî ve karê "ewlehiyê" pêk bînin û ji aliyê din jî ji bo debara xwe bikin pîşeyên nû fêr bibin û wiha axivî: "Karê herî girîng ew e ku ev hevalên me sewalvanî, mêşvanî û kursên tenduristiyê baş fêr bibin da ku karibin çandiniya modern bikin, mebest ew e ku ev hewldanên me bibin model. Ji bo wê em ê kursa tenduristiyê bidin 250 cerdevanan û serfîtîkayên wan bidin. Em ê li Wanê 3 hezar û 33 cerdevanan bikin cerdevanên modern."