Hevserokên KCD, HDK, DBP û HDP'ê wê di cejnê de li Kobanê bin

Hevserokên KCD, HDK, DBP û HDP'ê wê di cejnê de li Kobanê bin

Hevserokên Giştî yên KCD, HDK, DBP û HDP'ê yên li Amedê hatin cem hev, der heqê rewşa li Kobanê de civîneke çapemeniyê ya hevpar lidar xistin.

Hevseroka Giştî ya KCD'ê Selma Irmak da xuyakirin ku gelê Kobanê bi qirkirinê re rû bi rû ye û got, "Heta ku pê li cesedê me nekin, wê nikaribin bikevin Kobanê." Hevserok û parlamenter dûre ji bo biçin Kobanê berê xwe dan navçeya Pirsûsê. Hevserokên KCD, HDK, DBP û HDP'ê wê Cejna Qurbanê li Kobanê derbas bikin.

Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek û Emîne Ayna, ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertûgrûl Kurkçu û Sebahat Tûncel li Civata Rojnamevanan a Başûrrojhilat hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

EM Ê CEJNÊ LI KOBANÊ DERBAS BIKIN

Berdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu di axaftina xwe ya li civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew ê roja cejnê li Kobanê bin û li cem gelên li wir li ber xwe didin cih bigirin. Kurkçu diyar kir ku ji bilî mirovên jib o rizgariya hevpar a gelan, demokrasî û azadiyê têdikoş in ti dostên Kobanê nîne û destnîşan kir ku hikûmetê tezkereya deveyî sînor ji bo gelê Kobanê dernexistiye.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî da xuyakirin ku cejna diviyabû bi coş bihata jiyîn, li hemû bindestan bûye jehr. Yuksekdag ragihand ku tê xwestin li Kobanê cejn bibe jehr û got, "Xwezî gelê me neçar nemabûna di cejnan de li ber xwe bidin. Xwezî gelê me cejnên xwe bê dawî bi awayekî azad bijiyan. Lê mixabin di vê cejnê de jî sînro hene, li ser sînoran nobed tên girtin û li aliyê din ê sînor hovîtî tê jiyîn. Divê hin kes rabin ji vê re bêjin bes e. Divê hin mirov rabin li hemberî vê li ber xwe bidin. Gelê me yê Kobanê ev berpirsyariya berxwedanê, li ser navê tevahiya mirovahiyê hilgirtiye ser milê xwe û bicih tîne."

PÊWÎSTE BERXWEDAN BÊ PARVEKIRIN

Yuksekdag da zanîn ku divê berxwedana Kobanê bê parvekirin û bang li gelên Tirkiyeyê kir ku li cem gelê Kobanê cih bigirin. Yuksekdag destnîşan kir ku ya rast, rastiya berxwedana gelan e.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Emîne Ayna di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku ew ê di Cejna Qurbanê de desturê nedin ku gelê Kobanê bibe qurban û wiha got: “Rojhilata Navîn ji nû ve bi teşe dibe û şerekî parvekirinê tê jiyîn. DAIŞ rêxistineke taşeronê ye û li dijî gelê li Rojhilata Navîn tên mêtingerkirin wek maşeyeke qirkirinê tê bikaranîn. Li gel hemû êrîşan gelê Kurd wek berê wê ji vir şûnde jî têkoşîna hebûnê bide û bigihêje azadiya xwe.

KOBANÊ BI QIRKIRINÊ RE RÛ BI RÛ YE

Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî diyar kir ku Kobanê bi tehdîda qirkirinê re rû bi rû ye û bang li raya giştî ya cîhanê kir ku vê drama mirovahiyê bibînin. Irmak destnîşan kir ku cejn ji bo wan ne bi coş wê bi berxwedanê derbas bibe û wiha berdewam kir: “Bila DAIŞ bizane ku ev ax axa Kurdistanê ye. Gelê Kurd wekê ku di dîrokê de jî tê zanîn dê îro jî li ber xwe bide. Kurdistan naşibe tu cihekî. Bila zanin ku Gelê Kurd heta dawiya dilopek xwîna xwe têdikoşe. Heta pêlê cesedên me nekin wê nikaribin bikevin Kobanê.
Sebahat Tuncel jî di civînê de axivî û diyar kir ku tehdîda qirkirinê ya li dijî Kobanê ji holê ranebe aştiya rast nayê herêmê û got: “Li dijî qirkirinê yekane tişta ku divê bê kirin berxwedane. Tirkiye bi awayekî aşkera piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Her kes wê eniyên xwe zelal bike. Gelo li gel aştî û çareseriyê ne an jî li gel çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê ne.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê hevsreok ji bo piştgiriyê bidin Kobanê çûn Pirsûsê. Beşeke ji vê heyetê wê biçin Kobanê û cejnê bi Kobaniyan re derbas bikin.