Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diçe Hewlêrê
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diçe Hewlêrê
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diçe Hewlêrê
Di çarçoveya xebatên dîplomasî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de Hevserokê partiyê Salih Muslim dê biçe Başûrê Kurdistanê û li wir bi rayedarên Başûr re bicive.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Meclîsa Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê (MGRK) dê sibê li Hewlêrê li hev bicin. Civîn dê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve were lidarxistin. Hat zanîn ku Salih Muslim wê îro saet di 15:00'an de bigihîje Hewlêrê. Li bendê bû civîna ENKS û MGRK'ê îro hatiba kirin lê ji ber hinek sedeman hatibû paşxistin.
Hate diyarkirin ku di civîna encumenên Rojavayê Kurdistanê de dê rewşa Kobanê, avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş û nakokiyên navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin.