Hevserokê MGK Ehmed Şêxo: Herî kêm 200 çete hatin kuştin
Hevserokê MGK Ehmed Şêxo: Herî kêm 200 çete hatin kuştin
Hevserokê MGK Ehmed Şêxo: Herî kêm 200 çete hatin kuştin
Hevserokê Meclîsa Gel a Kobanê (MGK) Ehmed Şêxo da xuyakirin ku di encama berxwedaneke xurt de însiyatîfa şerê li Kobanê di destê YPG/YPJ'ê de ye û destnîşan kir ku ji duh êvarê û vir ve herî kêm 200 çete li derdora Kobanê hatine kuştin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Şêxo bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke STÊRK TV bû û der barê rewşa dawî ya li Kobanê de agahî da.
Şêxo diyar kir ku gelê Kobanê li gel hêzên YPG/YPJ'ê bi biryardariyeke mezin li ber xwe dide û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji gelek nuqteyên bicih bûbûn ên taxên derdora Kobanê hatine derxistin.
Şêxo da zanîn ku di şer û pevçûnên duh ên li derdora Kobanê de herî kêm 200 çete hatine kuştin destnîşan kir ku însiyatîfa şer di destê hêzên YPG/YPJ'ê de ne.
Hevserokê Meclîsa Gel a Kobanê Ehmed Şêxo da xuyakirin ku ew li Kobanê li dijî terora navneteweyî şer dikin û bang li keç û xortên Kurdan kir ku li nav refên YPG/YPJ'ê di vê berxwedana dîrokî de cih bigirin.
Şêxo çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û her cihên Kurd lê ne silav kir û xwest, ev çalakî bên xurtkirin, ku zexteke navneteweyî li hemberî van êrîşan bê kirin.
Ehmed Şêxo herî dawî bal kişand ser metirsiya sivîlên li Kobanê pê re rû bi rû ye û bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo ewlekariya sivîlan bi berpirsyarî rabin.