Hevserokê HDP’ya navçeyê hat girtin

Hevserokê HDP’ya navçeyê hat girtin

Hevserokê Partiya Gelan Demokratîk (HDP) yê navçeya Erdîşa Wanê bi hinceta tevlî çalakiyên protestokirina êrîşên DAIŞ’ê bûye hat girtin.

Hevserokê HDP’ê yê navçeya Erdîşê ya Wanê Îbrahîm Siyahkaya yê ku roja borî bi hinceta tevlî çalakiyên Kobanê bûye hate binçavkirin, piştî karûbarên li qereqolê sewqî dozgeriyê hate kirin.

Piştî li dozgeriyê îfadeya wî hate girtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hate kirin. Siyahkaya bi hinceta tevlî çalakiyan bûye hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa F a Wanê.