Hevserokê BDP’ê Demîrtaş jî çû Zanîngeha Dîcleyê
Hevserokê BDP’ê Demîrtaş jî çû Zanîngeha Dîcleyê
Hevserokê BDP’ê Demîrtaş jî çû Zanîngeha Dîcleyê
Bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê berdewam dikin û polîsan jî ketina zagîngehê ji trafîkê re git. Polîsan zanîngeh dorpêç kirin û ketin Fakulteya Fenê û bi tundî gelek xwendekar binçavkirin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî hate zanîngehê.
Bûyerên ku ev sê roje didomin îro jî berdewam dikin. Bûyerên bi êrîşa serê sibê ya ji aliyê koma nêzî Hîzbullahê ve li dijî xwendekarên welatparêz û demokratîk pêk hatin dest pê kirin heya niha 5 kes birîndar bûn. Tê gotin rewşa birîndarekî girane. Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Navên kesên birîndar ên hatin zanîn wisa ne: Mahmut Durmaz, Îlyas Kaya, Muhlîs Bayancuk û Serhat Sonmez in.
Piştî şer polîsên ketin Fakulteya Wêje û Fenê bi tund gelek xwendekar binçavkirin. Polîsên zanîngeh dorpêçkirin destûrê nadin tu xwendekar bikevin zanîngehê. Ji nexweşxaneya zanîngehê re ji bilî nexweşên bi rapor destûrê nadin tu welatiyên din jî.
Sekna xwendekar û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk li kampusa zanîngehê berdewam dike û Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên BDP'ê Ayla Akat Ata û Nursel Aydogan jî hatin zanîngehê.
Rageşiya li zanîngehê berdewam dike.