Hevserokatiya KCD-E: Em serhildanê mezin bikin

Hevserokatiya KCD-E: Em serhildanê mezin bikin

Hevserokatiya KCD-E, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, ji bo NY, YE û Koalîsyon bikevin dewrê, bang li gelê Kurd ê li Ewropayê kir ku ji malên xwe derkevin û tevlî çalakiyan bibin.

Hevserokatiya KCD-E der barê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û gefa qirkirinê ya li ser sivîlan daxuyaniyek da û got, "Çeteyên barbar ên DAIŞ'ê ji 15'ê Îlonê û vir ve bi alîkariyeke zêde ya ya leşkerî ya hikûmeta AKP û hevalbendên xwe yên navnetweyî re, hewl dide komkujiyê bînin serê gelê Kobanê."

Hevserokatiya KCD-E ragihand ku bi gelê Kobanê re şervanên YPJ û YPG'ê bi ruhê fedaî bedena xwe vediguherînin çalakiyê û Kobanê diparêzin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "YPG û YPJ bi ruhê fedaî yê şehîd Arîn sîng bi sîng şer dikin" û hat destnîşankirin ku her çend berxwedana fedaî ya hêzên parastinê jî Kobanê di rewşeke gelekî krîtîk de ye. Hevserokatiya KCD-E got, "Ji bo Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û koalîsyon bikeve dewrê, divê gelê me yê li Ewropayê ji malên xwe derkevin û dest bi çalakiyan bikin. Ji komkujiyeke li Kobanê rû bide, di serÎ de Neteweyên Yekbûyî hemû saziyên navneteweyî yên neketine nav tevgerê, berpirsyar in. Her kes û saziyê bi tenê li vê rewşê temaşe dikin, berpirsyar e."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derengmayîna deqeyekê jî tê wateya hevparbûyîna komkujiyê û hat gotin, "Dem, bi ruhê fedaî yê şehîd Arîn dema çalakiyê ye. Cihê gotin lê qediyaye, dema bilindkirina serhildanê ye."