Hevserok di nobeta sînor de ne

Hevserok di nobeta sînor de ne

Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek û parlamenterên HDP’ê çûn serdana welatiyên ku li gundê Dewşen ê sînor nobet digirtin. Demîrtaş  got: “Her der Kobanê ye. Wan, Amed, Colemêrg, Erzirom. Her der bi heman sekna rûmet li ser piyane.”  Irmak jî diyar kir ku azadî ancax bi berxwedanê pêkan e.

Demîrtaş di serdanê de axivî û got ku ew her kesê ku parçeyekî berxwedana Kobanê ye pîroz dike û got: “Hûn gelekî polîtîk in. Hûn li her qadê polîtîkayê dikin. Serdest van axan tenê wek bîra petrolê dibîne. Ev ax dîrok û çanda me ye. Ev axa ku ji bo wan tenê tê wateya petrolê, her tiştê me ye. Niha bi destê DAIŞ’ê êrîşî me dikin. wek Rêber Apo gotiye peywira JÎTEM’ê girtiye ser xwe.

Ev bi rojane me Kobanê vegot. Kobanê her der e. Wan, Amed, Colemêrg û Ezirom e. Her der bi heman seknê li ser piyan e. Hevalên me bi hikûmeta Kobanê re îro hevdîtin kirin. Silavê wan ji bo we hemûyan hebûn.  Moralê me bi saya gelê Pirsûsê ye."

Selma Irmak jî berxwedana gelê Kurdistanê silav kir û got ku bila dîrok bibe şahid  û hemû dost û dijmin bibîne ku Kurd careke din li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin.

Piştî Irmak, Ozan Comert strana ‘Ez şehîdim’ striya û Ferhat Tunç jî strana ‘Girtiyên Azadiyê’ striya.