Hevparên DOKH'ê êrîşa li dijî M.S. şermezar kirin

Hevparên DOKH'ê êrîşa li dijî M.S. şermezar kirin

Hevparên DOKH'ê yên Amedê êrîşa zayendî a li dijî zaroka bi navê M.S. a 5 salî ya di 18'ê tîrmehê de li Rihayê pêk hat şermezar kirin.

Hevparên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ên Amedê li avahiya EPÎDEM'ê bûyera di 18'ê Tîrmehê ya hate îdiakirin ku zaroka bi navê M.S. a 5 salî rastî tecawizê hat û hate xwestin ku, serê wê bi kevir perçiqînin ku li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê pêk hatibû bi civîneke çapemeniyê şermezar kirin.

Li ser navê saziyên jinan Rêvebera Komeleya Jinan a Ceren Laleş Ceylan daxuyanî xwend û diyar kir ku, zaroka bi navê M.S. dem li navçeya Serêkaniyê li ber deriyê mala xwe dilîz hate revandin û piştî malbatê hînî vê yekê bû di demjimêr derdora 24.00'an de li baxçeyê dibistanekê bi awayekî birîndar hate dîtin û wiha got: "Kesên zanyar ên li ser navê DOKH'ê ji Amedê çûn cihê herêmê û lêkolîn kirin, tesbîta zarok bi giranî hatî darpkirin, rastî îstîsmara zayendî hatiye û hem di aliyê fîzîkî de hem di aliyê psîkolojiya tenduristî de rewşa wê gelek cidiye kirin. Li nexweşxaneyê ligel 6 psîkologên pispor peywir dikir tu alîkarî nedan malbatê û zarok û ligel vê yekê tu agahî nedan malbatê."

Ceylan da zanîn ku, ew weke saziyên jinan dê bûyera li Serêkaniyê bişopînin û wiha axivî: "Em dê heta dawiyê vê bûyera îstismarê bişopînin. Em weke jinên Kurd dê têkoşîna xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em bang li hemû jinan dikin ku li hemberî vê qirkirinê bibin yek."