Hevkariya AKP-Facebook, rûpelên mûxalîf digire
Hevkariya AKP-Facebook, rûpelên mûxalîf digire
Hevkariya AKP-Facebook, rûpelên mûxalîf digire
Hikûmeta AKP'ê, piştî berxwedana Gezî bi bandora medya sosyal hesiya. Rayedarên hikûmetê bi Facebook'ê re hevdîtin kirin û biryar dan pê re hevkariyê bikin. Bi vî rengî, rûpelên Facebookê yên xwedî naverokên mûxalîf, hatin astengkirin. Bikaranîner jî Facebookê boykot dikin.
Hikûmeta AKP'ê di bin sîwanê xwe de komîsyona medya sosyal ava kir û tê texmînkirin ku di encama biryara vê komîsyonê de Wezareta Ragihandinê bi Facebookê re hevdîtin kiriye. Hat hînbûn, Twitterê peyman red kiriye, lê Facebookê qebûl kiriye ku bi hikûmeta Tirk re hevkariyê bike.
Di çarçoveya vê peyamê de, bi taybetî rûpelên bi naveroka ji xeta BDP'ê, yek bi yek tên girtin. Sedema girtinê jî gelek caran nayê ragihandin an jî gelek caran peyameke otomatîk a seranser bi navê "pîvan hatine binpêkirin", tê şandin.
RÛPELÊN HATINE QEDEXEKRIN
Hin rûpelên înternetê yên li ser facebookê weşanê dikin û hatine girtin, li gel şopandêrn xwe ev in:
"Ahmet Turk– 120 hezar
Altan Tan – 201 hezar
Rûpela BDP'ê – 181 hezar
Gotinê Kurdî - 20 hezar
Hasîp Kaplan - 49 hezar
Îdrîs Balûken 13 hezar
Kurdî Muzîk - 60 hezar
Nûçe Tv - 16 hezar
Ötekilerin Postası – hezar
Sebahat Tûncel - 15 hezar
Selma Irmak - 14 hezar."