Hêviya dayika li ser sînor: Azadiya Kobanê
Hêviya dayika li ser sînor: Azadiya Kobanê
Hêviya dayika li ser sînor: Azadiya Kobanê
Xalîse Salih dayikek ji Kobanê ye. Du keçên wê li nav refên YPJ'ê li eniyê şer dikin. Ew jî, ji bo nêzî keçên xwe be, li ser sînor nobedê digire. Dayika ku ev 10 roj in hatiye Pirsûsê, her li ser sînor e û dibêje, "Zarokên me şer dikin, em jî li vir moralê didin." Hêviya yekane ya dayika Xalîse Salih azadiya Kobanê ye.
Kobanê ne tenê bajarek an jî sînoreke, ji bo Kurdistan qeleha serhildan û berxwedanê ye. Jinên ji Kobanê jî hêmana bingehîn a vê berxwedanê ne. Jinên ciwan li şer, dayik jî li ser sînor ji bo Kobanê têdikoş in. Yek ji van jinan jî Xalîse Salih a ji kobanê ye, ku di 2 keçên wê li nav refên YPJ'ê li Kobanê şer dikin. Ew bi xwe beriya 10 rojan hatiye Pirsûsê. Ji bo nêzî zarokên xwe be, ji ser sînor naçe û tevlî nobeda berxwedanê dibe. Naxwe, venaxwe li benda nûçeyên ji Kobanê ye. Her roj ji mirovên li ser sînor re behsa berxwedan û sîstema Kobanê dike. Her wiha strana "Nûrcana min" a ji bo keça xwe Nûrcan amade kiriye, distirê. Xalîse Salih dibêje, "2 rojan ez li ser sînor razam. Bi roj, ji bo derbas bibim li ser sînor disekinîm. Bi şev li cem YPG'yiyan dimam. Ji xwe hemû zarokên me ne. Kesekî xerîb nîne. Piştî ku şer giran bû, em neçar man bên."
Xalîse Salih diyar kir ku li Kobanê sîstemeke wan heye û got, "Dadgehên gel hebûn, dibistanên me hebûn, meclîsên me yên giştî û yên jinan hebûn. Bi kurtasî tevahiya sîstema me demokratîk bû. Ji xwe ev êrîş li hemberî sîstema me ye. Hûn jî dizanin DAIŞ'ê li Şengalê komkujî anî serê jinan. Piştre berê xwe da Kobanê. Sedemeke valakirina Kobanê jî ev e. Sedemeke ku zarokan malbatên xwe derbasî aliyê Tirkiyeyê kirin jî ev e. Ji xwe hêzên YPG û YPJ hene. Yên karî tevlî şer bibin tevlî bûn. Lê yên nekarî tevlî bibin derbasî vî alî bûn. Bi moraleke gelekî cidî şer dikin. Gava yek li cem wan şehîd dikeve, jinên YPJ'yî dibêjin 'em ê cihê wî/ê dagirin'. Jinên Kobaniyî bi giranî dizanin çekê bikar bînin. Em ê serê xwe li pêş kesî netewînin. Zarokên me şer dikin. Em jî heta ji destê me tê moralê didin wan. YPJ/YPG'yiyek jî nebîne, ev gel wê xwe biparêze."
'DIVÊ KORÎDORA ÎNSANÎ BÊ VEKIRIN'
Salih ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş dikin û got, "Ev çek ji ku hatin? Dewleta çek dan DAIŞ'ê. Em ê serê xwe pêş kesî netewînin. Lê belê çek ji me re lazim e. Ew zarokên me ne. Pêwîste dewleta Tirk korîdora alîkariya însanî veke. Em dixwazin biçin cem zarokên xwe. Çi dixwin, çawa çer dikin. Em dixwazin bi wan re bin. Çeteyên DAIŞ'ê xwedî li cenazeyên xwe jî dernakevin. Cenazeyên xwe jî dişewitînin. Ev mirovahiye çawa ye? Ji bo wan ti qîmeta mirovan nîne. Ji xwe eger mirov bûna ewçend mirov, ewçend jin û zarok qetil nedikirin. Çima zarokên biçûk qetil dikin? Mirov naxwazin mirîşkekê jî serjê bikin. Gelo vana çawa mirovan serjê dikin?"
HER TIŞT HATIYE TALANKIRIN
Xalîse Salih diyar kir ku ew dixwazin ji bo Kobanê sînor bên rakirin û got, "Bila her kes li malên xwe vegerin. Ji xwe çeteyên DAIŞ'ê malên me talan kirine. Çêlekên me, pezên me û hemû eşyayên ma talan kirine. Extiyarên me mabûn, ji bo parastina malên xwe. Ew jî birine. Ewqasî bi hovane êrîş dikin."
'EM KOBANÊYEKE AZAD DIXWAZIN'
Xalîse Salih herî dawî got, "Kurd bi kuştinê naqede. Lê belê divê mirovahî li dijî vê êrîşê dengê xwe bilind bike. Em Kobanêyeke azad dixwazin. Bila her kes li xaka azad bijî. Her wiha em çekên mezin dixwazin. Ew bi tank, top û hawanan êrîşî me dikin. Em berdêlên gelekî giran didin. Em ji kesî kinc û xwarinê naxwazin. Bi tenê çekê dixwazin ji bo pê xaka xwe biparêzin. Dibêjin mafên mirovan. Kanî ew rêxistinên mafên mirovan diparêzin?"