Hevalên Ortakaya: Xeyalê wê azadiya Kobanê bû
Hevalên Ortakaya: Xeyalê wê azadiya Kobanê bû
Hevalên Ortakaya: Xeyalê wê azadiya Kobanê bû
Hevalên Kader Ortakaya ya ku li sînorê Kobanê-Pirsûsê ji aliyê leşkeran ve hate qetikirin, diyar kirin ku xeyalê Ortakaya ev bû ku Kobanê azad bibe.
Kader Ortakaya ya ku 25 rojan li sînor di nobeta berxwedanê de bû, rojek berê li sînorê Kobanê ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin. Hevalên Ortakaya yên ku bi wê re li sînor nobet digirtin axivîn û diyar kirin ku Orkaya xwedî kesayeteke bi biryar û têkoşer bû û dan zanîn ku êrîş û qetilkirin tu car wê berxwedana wan nede sekinandin.
KENÊ WÊ MORAL DIDA
Rojhat Yaşar ku ew jî wek Ortakaya ji Stenbolê hatiye û li ev hefteyeke li gundê Miseynter di nobetê de ye diyar kir ku Kader Ortakaya bi kenê xwe morelek mezin dida wan û wiha got: “Dema diket gundekî hebûna wê dihat hîskirin. Hem dikarî xwe îfade bike û hem jî moral dida her kesî.
Di sohbetên xwe yên bi hevalên xwe re her tim digot azadiya esas, kesên dixwazin azad bibin divê li wir bin û divê her kes piştgiriyê bidin jiyana azad.
Di sohbetên xwe de her tim digot pergal nabe bersiva lêgerînên wan û digot jiyana azad di berxwedanê de ye. Hevala Kader ji bo ku gel, heval û rêhevalên xwe bide jiyîn biryarek wisa da. Me piştgirî da vê biryara wê. Em bi şehadeta wê ew baştir fêm kir. Em tu carî serî natewînin. Ji ber ku di ruhê me de berxwedan heye.
XEYALÊ WÊ AZADIYA KOBANÊ BÛ
Erdal Kaya jî got ku Ortakaya di berxwedana sînor de nas kiriye û wiha got: “Ez ji roja ewil de li vir im. Ortakaya ji aliyê leşkeran ve hedef hat girtin. Em du sê şevan li Mehserê bi hev re man. Hevaleke gelek bi biryar bû. Ji bo piştgiriya YPJ’ê li vir bû. Li vir piştî ku geşedanên li sînor dît biryara xwe guhert. Biryar da ku tevlî YPJ’ê bibe. Ez ji ber şehadeta wê gelek xemgîn bûm. Zext dê vê berxwedanê bidawî nekin. Heta Kurdek jî bimîne wê têkoşîn bidome.
EM TUNEBÛNA WÊ HÎS DIKIN
Munevver Suna ya ku ji Stenbolê hat û ev meheke li gundê Miseynter di berxwedana nobetê de ye diyar kir ku xebata Ortakaya ya li sînor her tim hatiye pîrozkirin û got ku ew miroveke têkoşer bû, her tim moral dida hevalan û got: “Hevala Kader her tim digot Kobanê tê wateya azadiya hemû gelan. Sohbeta me li ser Kobanê bû. Di Kursiyên Gel ên Azad de mafê axaftinê digirt û behsa jiyana komun dikir. Di şeva dawî de dîsa em bi lîstikên perwerdekirî lîstin. Jixwe sibehê çû. Em tunebûna wê gelek hîs dikin.”