'Heta kiryarên windayan neyên dîtin helalkirin çênabe'
'Heta kiryarên windayan neyên dîtin helalkirin çênabe'
'Heta kiryarên windayan neyên dîtin helalkirin çênabe'
Şaxa ÎHD'ê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta Yusuf Kalenderoglu, Mehmet Dansik û Ehmed Dansik ên di sala 1995'an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê hatin windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Windayên di binçav de û Windayan a ÎHD'ê Necîbe Guneş Perînçek diyar kir ku malbatên li xizmên xwe digeriyan rastî zextên JÎTEM'ê hatin.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ye hefteyî li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyên de wêneyên kesên hatin windakirin û pankartên têkildarî mijarê de hatin hilgirtin. Endamên ÎHD'ê, MEYADER, xizmên windayan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan li Şirnexê di axaftina kir de behsa "helalbûnê" kir û wiha got: "Helalkirin gelek girîng e. Lê helalbûnekî çawa? Heye winda neyên dîtin û kiryar neyên darizandin dê çawa helalbûn çêbibe?"
Endama Komîsyona Windayên Di binçav De û Windayan a ÎHD'ê Necîbe Guneş Perînçek, çîroka Yusuf Kalenderoglu, Mehmet Dansik û Ehmed Dansik ên di sala 1995'an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê hatin windakirin vegot. Perînçek wiha axivî: "Li gorî îfade û vegotinan, malbata Kalenderoglu ya girêdayî Eşîra Tayan li gundê Kavalli dima. Ji pêşengeyên eşîrê Yusuf Kalenderoglu jî keyayê gund bû. Ligel hemû zextan welatiyên gundê Kavalli cerdevanî qebûl nekirin. Ji ber vê yekê Fermandarê Boluka Cendirmeyan ê Cizîrê Cemal Temîzoz, Yusuf Kalenderoglu gelek caran gazîkire Cizîrê lê Kalenderoglu neçûbû. Di 22'yê Sibata 1995'an Yusuf Kalenderoglu bi Qeymeqamê Silopiyê re hevdîtin kir û pişt re bi Mehmet Dansik û kurê Ehmed Dansik re bi wesayîta Mehmet Dansik a bi plaqeya 73 AF 236 ji Silopiyê ber bi gund derketibûn rê. Wesayît li nokteya lêgerînê ya Botaşê ji aliyê yekîneya JÎTEM'ê ve hatibû rawestandin. Şahidên bûyerê dibin şahidê 3 kes birin nava Botaşê."
Perçînçek diyar kir ku, piştî bûyera windabûnê malbatan gelek hewildan kirin lê her rim rastî zextên endamên JÎTEM'ê hatin û hewildanên van bê encam man û wiha got: "Malbata Kalenderoglu û Dansik rojek şunda bi Qeymeqamê Silopiyê re hevdîtinê dikin. Qeymeqam dibêje ew di 22'yê sibatê di demjimêr 14.00'an de bi Yusuf re hevdîtin kir û piştî wê tu agahiya wî bi wî tuneye. Li Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Silopiyê û Midûriyeta Polîsan jî aqubeta windayan tê pirsîn. Emniyet dibêje tu agahiya wan pê tuneye. Li ser vê yekê hemû welatiyên gund li ber Fermandariya Boluka Cendirmeyan a Silopiyê kom dibe. Ji welatiyan komek bi Serpel Ebdullah re hevdîtinê dikin. Lê Serpek Ebdullah dibêje tu agahiya wî pê tuneye. Pişt re malbata Kalenderoglu vedigere Silopiyê û malbat rastî zextên endamên JÎTEM'ê yên bi navê Ozcan û Mahmut ên 'Kê agahiya bavê we Mehmet û Ehmed Dansik me birine' tên."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.