Herêma Serhedê ji bo Kobanê li ser piyan e
Herêma Serhedê ji bo Kobanê li ser piyan e
Herêma Serhedê ji bo Kobanê li ser piyan e
Li bajarên herêma Serhedê Wan, Agirî, Mûş, Çewlik û Bedlîsê, bi hezaran kes ji bo Kobanê derketin kolanan û li herêmê pevçûnên dijwar di navbera gel û polîsan de diqewimin. Hate ragihandin ku bi dehan kes di encama êrîşan de birîndar bûne û bi dehan kes hatine binçavkirin.
Herêma Serhat a Bakûrê Kurdistanê ji bo Kobanê li ser piyan e. Pevçûnên li Wan, Agirî, Mûş, Çewlik û Bedlîsê dest pê kirin, berdewam dikin. Hate ragihandin ku li herêma ku bi dehan kes birîndar bûn û gelek kes hatin binçavkirin, gel guh neda qedexeya derketinê ya rejîma AKP’ê. Saziyên dewletê û avahiyên AKP’ê hatin şewitandin.
WAN: Hamît Caner ê di protestoyên ji bo Kobanê yên li Wanê pêk hatin de jiyana xwe ji dest da, li Goristana Selîm Bey hate definkirin. Leşker û polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî dehezaran kesî kir. Pevçûnên li ser êrîşên destpê kirin didome. Hamît Caner ê ku duh di bûyerên protestoya êrîşên Kobanê de di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest da li Goristana Selîm Bey hate definkirin. Piştî definkirinê polîsan êrîşî girseyê kir û pevçûnan destpê kir
Tevî Parlementerê HDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer, rêveberên HDP û DBP ên Wanê, deh hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Di meşê de dirûşimên dilsoziya bi PKK, HPG û Ocalan re hatin qêrîn. Polîsan bi wesayitên TOMA rê li çalakgeran girtin. Parlementerê HDP'ê Uçer û Serokê HDP’ya Wanê Musa Îtah, li parka Kulturê rawestiyan. Hate diyarkirin ku polîsan gef û heqaret li Uçer û Îtah xwarin. Piştî êrîşan pevçûn dest pê kirin.
LI WANÊ ALÎGIRÊN DAIŞ’Ê GULE DIBARÎNIN
Li Wanê 5 alîgirên DAIŞ'ê bi çekan êrîşî gel dikin. Şer û pevçûnên ku li Wanê bênavber didomin de çeteyên DAIŞ'ê jî dest bi êrîşkirina ser gel kir. Hate ragihandin ku 5 çeteyên DAIŞ'ê li Kuçeya Hunerê bi çekan êrîşî ser gel dikin. Polîs li êrîşkaran temaşe dike û çete bi kleşên destên xwe gefê li gel dixwin.
ELBAK:Li navçeya Elbakê ya Wanê jî bi armanca xwedîderketina li Kobanê, bi sedan kes li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev û bi armanca êrîşên polîsan ên li dijî xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li navçeyê slogana "Bijî berxwedana YPG'ê" bilind dibe û polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîş li gel kir. Piştî gel bersiva polîsan da pevçûnan dest pê kir. Li navçeyê pevçûn belavbûn û Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Elbakê Şener Yişîlirmak bi bombeya gazê ya li piyê wî ket birîndarbû. Yeşîlirmak rakirin nexweşxaneyê û li navçeyê pevçûn didomin.
EBEX: Li navçeya Ebexê ya Wanê esnafan dikanên xwe venekirin û welatiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hat û pevçûnan dest pê kir. Girseya serê sibê li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê hatin cem hev dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" berz kirin û ber bi Kolana Van Yolu ve dest bi meşê kir. Girseya dest bi meşê kir rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û guleyên plastîk hatin. Piştî êrîşa polîsan li navçeyê pevçûnan dest pê kir. Gel bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiva polîsan da û li navçeyê pevçûn didomin.
ERDÎŞ: Pevçûnên 7’ê cothmeê li navçeya Erdîşa Wanê dest pê kiribûn, îro jî li navçeyê berdewam kirin. Gel guh neda qedexeya derketina derve û bi dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan” dest bi meşê kirin. Polîsan bi gaza îsotê, guleyên plastîk û guleyên rastî êrîşê gel kirin. Gel bi molotof û keviran bersiv da êrîşa polîsan. Pevçûnên li navçeyê berdewam dikin.
LI AGIYRÊ GEL LI KOLANAN E
BAZÎD: Li navçeya Bazîda Agiriyê, pevçûnên duh dest pê kirin, heta derengiya şevê berdewam kirin. Di pevçûnan de 18 kes hatin binçavkirin û 5 kes jî birîndar bûn. Li navçeyê deriyê dikanan hatine girtin û tê payin ku di saetên pêş de çalakî bê lidarxistin.
PATNOS: Duh li navçeya Patnosa Agiriyê jî piştî anîna cenazeyê şervanê YPG’ê Yilmaz Barkan, meşek hate lidarxistin. Piştî êrîşa polîsan, li navçeyê pevçûn dest pê kirin. Pevçûn heta derengiya şevê berdewam kirin. Li navçeyê ji bilî firin û dermanxaneyê her der hatin girtin, tê payin ku îro meş li navçeyê bê lidarxistin.
LI QEREYAZIYÊ AVAHIYÊN AKP, CHP Û ZÎRAAT BANKA HATIN ŞEWITANDIN
QEREYAZI: Li navçeya Qereyazî ya Erziromê piştî çalakî hatin lidarxistin, avahiyên AKP û CHP'ê ji aliyê girsê ve hatin şewitandin û piştre posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avahiyê dakirin. Li navçeya Qereyazî ya Erziromê girseya ku daketin kolanan piştgirî dan Kobanê û êrîşên li ser Kobanê şermezar kirin. Girseya ku daketin kolanan rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di çalakiyan de Sinan Sumbul bi bombeya gazê ji serê xwe ve birîndar bûn. Sumbul, piştî mudaxaleya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê. Girseya ku bertek nîşanî birîndarkirina Sumbul dan, avahiyên Banka Ziraatê, CHP û AKP'ê dan ber agir. Komek ciwan jî meşiyan avahiya AKP'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiyê daliqandin.
QEREÇOBAN: Girseya gel li navçeya Qereçobana Erziromê li hev kom bû dest bi meşê kir, li rastî êrîşa polîsan hat. Piştî êrîşa polîsan pevçûn dest pê kirin. Pevçûn didomin.
ÎDIR: Li bajareke din ê Serhedê Îdirê gel dikanan venekirin. Sê kesên ku roja 7’ê cothemê di xwepêşandanan de hatin binçavkirin, di encama berxwedana gel de serbest hatin berdan. Îro jî li ber avahiya DBP’ê ya bajêr daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Polîsan êrîşê gel kir û pevçûn didomin.
GIYADÎN: Ciwanên li ber navçeya Giyadîna Agiriyê li hev kom bûn bi dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana YPG’ê” meşiyan ber avahiya Midûriyeta Emniyeta Polîsan. Ciwanan li ser rê bend danîn û bi polîsan re pev çûn. Ciwanan marketa A101 û avahiya Huda Parê dan ber kevir û fîşekên hewayî. Pevçûnên li navçeyê berdewam dikin.
TAXÊN KANÎREŞÊ KETIN BIN KONTORLA GEL
KANÎREŞÊ: Pevçûnên li Kanîreş a Çewlîkê ji saetên sibê de bi dijwarî didome. Tax di bin kontrola gel de ne. Li gorî agahiyên ku ji şêniyên taxê hatine girtin pevçûn ji 10.30’an heta niha didome. Polîsan bi bombeya gazê û ava şid êrîş dike û saet di 13.20’an de hemû tax ketin kontrola gel. Leşker û polîsan li dijî gel çek bi kar anî û hate hînbûn ku pevçûn didomin û tenê navenda navçeyê di bin kontrola hêzên dewletê de ye.
GIMGIMÊ GUH NEDA QEDEXEYA DERKETINÊ
GIMGIM: Li navçeya Mûşê Gimgimê jî, pevçûnên duh piştî qetilkirina zarokê Kurd Hakan Baksur, her ku diçin dijwartir dibin. Gelê Gimgimê guh nedan biryara qedexekirina derketina derve û daketin kolanan. Girseya li navenda navçeyê li hev kom bû, bend danîn ser rê û dirûşim diqîrin.
MÛŞ: Li navenda bajarê Mûşê jî, li ser rêya Çewlik-Erziromê bend hate danîn û rê li trafîkê hatin girtin. Polîsan êrîşê girseyê kirin û pevçûn qewimîn. Pevçûnên li bajêr berdewam dikin.
MELEZGIR: Li navçeya Melezgira Mûşê, jî xwepêşandan berdewam dikin û polîsan di êrîşan de guleyên plastîk bi kar anîn. Du jê giran bi giştî sê kes birîndar bûn.
LI PEVÇÛNÊ PEVÇÛN BELAVÎ XÊLATÊ BÛN
XÊLAT: Ji duh ve çalakiyên ji bo Kobanê li Beldîsê jî berdewam dikin. Pevçûnên li navçeya Xêlatê berdewam dike. Peçvûnên li navçeyên Tetwan, Xîzan û Xêlatê berdewam dikin. Li Xêlatê bi sedan kes li ber avahiya DBP’ê li hev kom bûn û bi dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” û sîroda “Çerxa Şoreşê” dest bi meşê kirin. Polîsan êrîşê girseyê kirin û ciwanan bi keviran bersiv da êrîşan. Ciwanan rêyên Xelat, Erdîş Elcewazê li trafîkê girtin.