Hemû xwendekarên winda yên Meksîkayê hatine kuştin
Hemû xwendekarên winda yên Meksîkayê hatine kuştin
Hemû xwendekarên winda yên Meksîkayê hatine kuştin
Li Meksîkayê agahiyên nû yên der barê xwendekarên winda de dertên holê. Rayedarên Meksîkayê diyar kirin ku hinek gumanbarên di bin çavan de lêpirsîn kirine diyar kirin ku hinek xwendekar piştî kuştine cesedê wan şewitandine.
Xwendekarên di 26’ê Îlonê de li Meksîkayê winda bûn, der barê wan de agahiyên nû derketin holê. Rayedaran diyar kirin ku hinek gumanbarên ku binçav kirine di dema lêpirsînê de îtîraf kirine ku hinek xwendekar kuştine û piştre jî cesedê wan şewitandine.
Wezîrê Dadê yê Meksîkayê Jesus Murîllo Karam di daxuyaniya çepemeniyê de diyar kir ku ji 26’ê Îlonê ve li xwendekaran digerin.
Wezîr got di çarçoveya lêpirsînê de 74 bazirganên tiryakê ku ji polîs, memuran pêk tên girtine û sê kesên endamên Guerros Unîdos jî gotine ku xwendekar di navbera Iguala-Cocula de teslîmî wan kirine.
Gumanbaran got ku bi wesayîtê xwendekar anîne nêzî Cocula û di rê de 15 xwendekar bi jehrî ketine.
Kesên gumanbar îtîraf kirin ku cesedên xwendekaran avêtine çopa herêmê û şewitandine.
Wezîr piştî civînê got ku wê malbat û sûcdaran ceza bikin.