Hemû delîl û şahid Walîtiya Rihayê derewîn derdixin
Hemû delîl û şahid Walîtiya Rihayê derewîn derdixin
Hemû delîl û şahid Walîtiya Rihayê derewîn derdixin
Walitiya Rihayê têkildarî qetilkirina Kader Ortakaya ya li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan li serê wê hate girtin û jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da. Walîtiyê îdîa kir ku di êrîşê de “çekên agirber nehatine bikaranîn”. Li gorî şahidên bûyerê, dîmenên ji aliyê çapemeniyê ve hatin kişandin, delîlên rapora pêşî ya otopsiyê yên bijîşkan û gotinên Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ev daxuyaniya walîtiyê derew in. Dr. Koyunsever ê ku rapor amade kir got: “Ez tevlî gotina şarapnelê nabim.” Ayhan jî got: “Ez di dema bûyerê de li wê derê bûm. Ev ne parçeyê şarapnelê ye. Di wê demê de tu top û hewan nehatine avêtin. Tenê dengê bombeyên gazê û çekan hat.”
Piştî Qeymeqamtiya Pirsûsê vê carê Walîtiya Rihayê têkildarî qetilkirina Kader Ortakaya ya ku li ser sînorê Kobanê ji aliyê leşkerên Tirk ve nîşan li serê wê hate girtin û hate qetilkirin, daxuyaniyek da. Walîtiyê jî weke Qeymeqamtiyê îdîa kir ku di bûyerê de tenê bombeyên gazê hatine bikaranîn û tu çekên bi agir nehatine bikaranîn. Walîtiyê îdîa kir ku Ortakaya di encama lêketina parçeyê şarapnelê de jiyana xwe ji dest daye.
JI BIJÎŞK ÎTÎRAZA ŞARAPNELÊ
Bijîşkê bi navê Suleyman Koyunsever ku di xebatên amadekirina rapora otopsiyê de cih girt diyar kir ku ew tevlî nêrîna “dibe di encama şarapnelê de” jiyana xwe ji dest dabe, nabe. Bijîşk Koyunsever dibêje “Ez tevlî nêrîna parçeyê şarapnelê nabim” û nerazîbûna xwe di raporê de bi cih dike. Hêjayî gotinê ye ku li ser laşê Ortakaya tu cihê şewatê tune bû, lewma lêketina şaranpelê nayê bawerkirin.
TEQEZ NE PARÇEYA ŞARAPNELÊ YE
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan tevî hunermendan daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî daxuyaniya walîtiyê dan. Ayhan nerazîbûna bijîşk bibîr xist û got: “Teqez ne parçeyê şarapnelê ye.” Ayhan binê wê yekê xîz kir ku leşkeran nîşan lê girtiye, qetil kirine û got: “Ez di kêliya bûyerê de li wir bûm. Ev ne parçeyê şarapnelê ye. Di wê kêliyê de tu top an jî hewan nehatin avêtin. Tenê bombeyên gazê avêtin û dengê çekan hat. Kesên sînor derbas kirin pişta wan lê bûn. Bi tu awayî hişyarî nehatin kirin. Nîşan lê girtin û bi zanebûn lêxistin. Ev înfazeke aşkera ye.”
‘BILA LI ŞÛNA DEREWANDINÊ BERPIRSAN BIBÎNIN’
Ayhan da zanîn ku li şûna Walîtî daxuyaniyên bi vî rengî bide û delîl û şahidên bûyerên derew derxîne, bila lêpirsîneke berfireh bide destpêkirin. Ayhan got: “Divê demildest lêpirsîn were destpêkirin û berpirsên bûyerê bêne aşkerakirin.”Ayhan da zanîn ku leşkeran bi awayekî dijwar bi bombeyên gazê êrîşî wan kirine û got: “Di wê kêliyê de bombeyên gazê avêtin me jî. Ji gelek nêzîk diavêtin. Dikarîbû bibin sedema mirinan û weke guleyan diavêtin. Hin kes ji ber gazê birîndar bûn. Şans bû ku tu mirin çênebûn.”