Hemo: Divê Sûriye dest ji êrîşên li ser Kurdan berde
Hemo: Divê Sûriye dest ji êrîşên li ser Kurdan berde
Hemo: Divê Sûriye dest ji êrîşên li ser Kurdan berde
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo pevçûnên di rojên dawî de li Helebê nirxand. Hemo diyar kir ku di çend rojan de ji ber bûyerên li Şêx Meqsûd de pêk hatine, sed hezar kesî koç kiriye û bi dehan jî jî jiyana xwe ji dest daye.
Fermadarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo da zanîn ku ev encama plana 3 mehan a Rejîma Baas e. Hemo destnîşan kir ku dewleta Sûriyeyê ji qadên li Sûriyeyê di destê wan de mane biparêzin, taxên kurdan veguhertine qada şer û ev pêkanîna planê jî bû sedema pevçûnên li vir. Hemo wiha got: “Me ji bo valaderxistina planên û ji bo kurd careke din vegerin malên xwe, têkoşîneke mezin da. Me hemû hêzên çekdar ji taxê derxistin. Em sersaxiyên ji malbatên ku zarokên xwe wenda kirin dixwazin. Ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.”
-Li Şêx Meqsûd çi dibe?
Bûyerên di demên dawî li Helebê pêk tên wekê k udi navbera komên Artêşa Azad û hêzên dewletê de pêk tên, nîşan didin. Weke ku hinek komên çekdar ketine Şêx Meqsûd û bi hêzên dewletê re pec diçin nîşan didin. Lê rewş ne wisa ye.
Yanî ya esas eve ku dewletê plana veşarî ya daye destpêkirin, xist dewrê. 3 meh berê plan dan destpêkirin û hê jî didome. Dewletê li Helebê wendahiyên cidî dan û beşeke girîng ya din jî wenda kir. Niha nîvê zêde yê Helebê di destê Artêşa Azad de ye. Di destê dewletê de cadeyên mezin yên weke Silêmaniye, Xalidiye mabû. Dewletê ji bo parastina van qadan şer daxist Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê. Ji bo bike dewrê pêngava destpêkê avêt. Ji vir du meh berê hêzên dewletê ketin Eşrefiyeyê û Şêx Meqsûd û êrîşên yekîne û gelê me kirin. Di van êrîşan de şervanên me jiyana xwe ji destdan û 5 he dîl hatin girtin. Yên dîl hatin girtin bi îşkenceyê hatin hatin qetilkirin. Dewletê ji wê demê heta niha biryara xwe ya stratejîk pratîk kir û li her du taxên kurdan cihên stratejîk girt.
Êrîş carna bi avêtina hawan û topan, carna jî li dijî welatiyên me sûîqest kirin. Di van êrîşan de şehîdên me çêbûn, hinekan jî koç kir.
-Pevçûnan çawa dest pê kir?
Pevçûna li Şêx Meqsûdê wek tê gotin bi ketina komên çekdar ya taxan dest pê nekiriye, di navbera du taxên Ereb de dest pê kir. Di navbera taxa Mardînlî û Beyanunî de dest pê kir. Dibê ku komên çekdar hatine taxê û pevçûn ji ber van sedeman hatiye destpêkirin. Rastiya vê tune. Ji derve kom nehatine. Di navbera van taxan de pevçûn derketiye. Dewletê pevçûn kir hincet û bi top û hawanan êrîşî rojava û rojhilatê Şêx Makstu kir. Nêzî 300 guleyên hawan û topan ket taxê. Nêzî 20 kes mirin.
Dewlet bi van êrîşên xwe hewl dide Suryan û Silêmaniyê biparêze. Şerê xwe daxist Eşrefiye û Şêx Meqsûd, dixwaze komên girêdayên Artêşa Azad bide sekinandin. Dewlet bi vê rêbazên dixwaze xwe li ser piyan bihêle.
-Wek tê îdiakirin ji derve komên çekdar ketin Şêx Meqsûd?
Na, di pevçûnên destpêkê de ji derve komên çekdar neketine Şêx Meqsûd. Pevçûn di navbera erban de dest pê kir. Dewletê ev kir hincet û êrîşê taxên kurd kir. Ev êrîş jî bûn sedema koçberî û mirinan. Li her cihekî ku dewlet êrîş dike, komên çekdar ava dibe, ev li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî çêbû. Li her du taxan her çiqas bi giranî kurd hebin jî eşîrên ereb jî hene. Di encama van êrîşan de çekên xwe girtin û li dijî dewletê şer kirin. Ji derveyê kontorla me hinek malbatên kurd jî tevli van pevçûnan bû û xwe parastin.
-Di pevçûnan de YPG’ê polîtîkayek çawa şopand?
Em wek YPG’ê ji derveyê pevçûna ku 5 rojan li Helebê pêk hat man. Lê ji bo ku em li dijî êrîşên li ser gelê me bê bersiv nemînin me çalakiyên bersivdanê pêk anî. Heta niha me bê alîgirbûna xwe parast. Me tu hêz negirt hemberî xwe û tevli şer nebûn. Lê ev bêlayenî heta kengî bidome em jî niznain. Ji ber dewlet ji vî şerî berpirsyar e. Ketina vê rewşê ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di çarçoveya plana dewletê de pêk hat.
Ger êrîşên li dijî gelê me bidome û wendahiyên me çêbibin, em dê di çarçoveya parastina gelê xwe de û parastina xwe de em ê çalakiyên tolhildanê pêk bînin. Ger pevçûn zêde bibin, tu wateya domandina bêlayentiyê me namîne. Heta niha me bêalîgiriya xwe parast. Lê me mafê paraatina xwe ya rewaş bi çend çalakiyên mîsîlemeyê pêk anîn û em dê ji vir şûnde bi awayekî bi bandortir pêk bînin.
-Kontrola YPG’ê di çi rewşê de ye?
Ev çend rojên li wir ku encamên giran bi gel hatin dayîn, YPG hêj li Eşrefiye û Şêx Meqsûd serdest e. Hêjî kontrola wan taxan di destê me de ne.
Dewlet li Şêx Meqsûd li komên çekdar nade, neda. Ji cihên pevçûnê wêdetir li cihên ku gel dijîn dixe. Li malên me, kargeriyên me dixe. Em jî wek YPG’ê mafê xwe yên herî rewa û xwezayî, peywira xwe ya parastina gel dê pêk bînin. Em ê mal û canê gelê xwe biparêzin. Êrîşa li hemberî gelê kurd ji kê tê bila bê, dê me li hemberî xwe bibîne. Em jî dê li dijî êrîşên li ser gelê me bê bersiv nemînin.
Mînak li kolana Mardînî ya Şêx Meqsûd pevçûn pêk tê, dewlet jî kolana 20’emîn ya ku 10 km dûr e topebaran dike. Li vir 6 kes şehîd ketin. Em wek YPG’ê vê êrîşê li dijî xwe, gelê xwe qebûl dikin. Em dê bi çalakiyên tolhildanê hesabê vê bipirsin. Du şev berê yekineyên m edu çalakiyên tolhildanê pêk anîn. Em ê ji vir şûnde jî dê bi hestiyarî nêzî van pevçûnan bibin. Ji kîjan alî dibe bila bibe, kesên çav berdin qezencên gelê me, emê helwesta tund nîşanê wan bibin. Ji bilî çalakiyên tolhildanê, em dê li dijî tu hêzî pevçûnan pêk neynin, şer nekin.
Delwetê bi êrîşên topebaranê, wendahiyên mezin dan gelê me û me jî li dijî vê çalakiyên tolhildanê pêk anîn. Komên girêdayên Artêşa Azad, ji ber ku çavberdan malê gelê me, me heman helwest nîşan da. Mînak Koma El Şam xwestinbû gelê me bitirsîne, koçber bike, amûrên wan desteser bikin. Lê me çalakî pêk anî û endamekî wan mir.
Ligel şerekî ev qas giran û dijwar em wek YPG’ê xeta xwe ya parastinê didomînin. Em xeta xwe ya parastina nirx û malê gelê xwe diparêzin.
-Li gorî we ev pevçûn dê hêj bidomin?
Pêşveçûn wisa nîşan dide ku dê şer hêj bidome. Ji ber ku ev pevçûn wisa di carekî de derneketiye. Bi awayekî plankirî didome. Ev jî plana rejîma Baas e. Ev plan 3 meh berê hat hedefkirin, niha pêk tê. Ev israra dewletê ya ketina taxên kurdan, bi xwe re vî şerî tîne. Heta niha gelek caran dewletê hewl da bikeve taxên kurdan. Lê hêzên me astengkirin. Demek berê me li Efrînê civînek pêk anî û li gorî peymanê me got em tu hêzên çekdar li taxên kurdan naxwazin. Me got ne hêzên Artêşa Azad û ne jî hêzên çekdar yên din dê li herêma me nemîne. Piştî plan vala derkeve em dê taxên xwe ji van hêzan paqij bikin. Em ne alîgirên vî şerî ne, û em tu carî jî nabin. Em dê nebin alîgirê hesabên di navbera Artêşa Azad û dewletê de. Em ji bo plana dewletê vala derxînin, em neçarin pêşî li têketinên taxên kurdan bigirin. Piştre jî em dê ji komên çekdar re bêjin tu karê we li herêma me tune, cihê we tune, bê derê terk bikin.
-Kurd ji ber pevçûnên pêk tên koçber dibin, wendahiyan wan çêdibin. Hun wek YPG’ê der barê mijarê de çi dibêjin?
Koçberiya gelê me, me gelek diêşîne. Gelê me koçî Efrîn û Kobanî dike. Ev di mehan demê de girêdayê polîtîkaya dewletê de pêk tê. Hê jî gelek malbatan Heleb terk nekirine. Em dê gelê xwe razî bikin û wan şûnde vegerînin malên wan. Em wek YPG’ê niha parastina gelê xwe yê Eşrefiye û Şêx Meqsûd dikin.
Di şerê çend rojan de nêzî sedhezar kesî koçî Efrîn û Kobanê kir. Gelê me yên Efrîn û Kobanî divê welatiyên xwe bi hestên germ û welatparêziyê pêşwazî bike. Divê hemû sazî û lijneyên kurd ji bo gelê me seferber be.
Herî dawî ez dixwazim vê bêjim ku Fermandariya Giştî ya YPG û Fermandariya Helebê çi dibe bila bide dê destûrê nede ku hêzên çekdar li herêma me bimîne. Dîsa em dê destûrê nedin her du hêz li ser herêma me li ser gelê me bazarê bike. Yên ku van hesaban bikin jî dê li hemberî xwe me bibînin.