Hemedî ya YPJ'yî li Pirsûsê hat veşartin

Hemedî ya YPJ'yî li Pirsûsê hat veşartin

Şervana YPJ'ê Sûzan Hemedî (Zozan Ayhan) a di şerê li Kobanê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da, li gundê Elîzêr ê Pirsûsê hat veşartin.

Şervana YPJ'ê Sûzan Hemedî bi nasnav Zozan Ayhan a di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de li Kobanê birîndar bû, duh li Nexweşxaneya Dewletê ya li Pirsûsê jiyana xwe ji dest da.

Hemedî ya li Kobanê ji dayik bû, îro danê sibê cenazeyê wê ji aliyê bi sedan kesî ve ku nûnerên DBP, MEYA-DER jî hebûn ve ji morga nexweşxaneyê hat wergirtin.

Girseya gel heta goristana gund meşiya û alên YPG'ê vekir. Di dema meşê de dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Şehîd Namirin" qîriya.

Cenazeyê Hemedî yê birin gundê Elîzêrê, bi merasîmeke bi beşdariya malbata wê li goristana gund hat veşartin.