Hejmara qûrbaniyên bombebaran Şêxmeqsûdê gihişt 15’an

Hejmara qûrbaniyên bombebaran Şêxmeqsûdê gihişt 15’an

Hejmara kesên ku di encama bombebarana balafirên şer a li hemberdî Taxa Şêxmeqsud de jiyana xwe ji dest dan, gihişt 15’an. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane 10 zarok jî hene.

Hêzên rejîma Baasê ku ev 8 roje li dijî Taxa Şêxmeqsud êrîşan pêk tînin, vê carê bi balefirên şer Taxa Şêxmeqsud Rojava bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 10 ji wan zarok bi giştî 15 welatiyan jiyan xwe jidest dan û bi dehan kes ji birîndar bûn. Di nava kesên ku jiyan xwe ji dest dane 4 zarok û jinek ji heman malbatê ne.

Navên 4 zarok û jina ji malbata Hemo yên ji Gundê Êmo wiha ne: Mistefa Hemo (15), Roheyv Hemo (8), Rosîl Hemo (6) Besma Hemo (12), Sebah Hemo (46).

Navên welatiyên din ên ku jiyana xwe ji dest dane jî ev in: Erselan Ebdulah ê ji Gundê Omara yê Efrînê, Mihemed Qirêtan (17) ji gundê Hirêtan, Yasir Îbrahîm (38) ji gundê Kokan Foqaniye, Rehîma Mihemed Mehmûd (40) ji Gundê Şingilê, Ehmed Heyan Mihemed (17) ji Êyn El Hecer, Reşîd Hesen Bîlal (11) ji gundê Hec Xelîle, Bêrîvan Hesen (9) j Gundê Hec Xelîl, Narîn Seydo (13) ji Qorta, Nazliya Seydo (10) ji gundê Qorte, Mihemed Bin Ebû Reşîd (23) ji Racoya Efrînê.

Cenazeyên 2 welatiyan jî, ji ber ku şewitîne, nasnameyên wan nehatine diyarkirin.

Cenazeyên welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane ji bo ku bêne definkirin birin Efrînê. Cenaze wê li Goristana ’’Şehîd Refîq’’ ya li Gundê Metîna werin definkirin.

Ji welatiyên ku di bombebaranê de birîndar bûne, navên ên ku hatine hînbûn ev in: Ehmed Xalid (37), Mihemed Cimo), Mindir Îbrasîm (20), Ebduselam (50), Hêvîn Doyik (5), Ehmed Mûsa (28), Rustem Şêx Îbrahîm (24), Sîno Hemo (11), Çiya Hawar (35), Mihyeldîn (25), Evdela (10), Merwa (13) û Islîxan Mihemed Îbrahîm.

Birîndar rakirin nexweşxaneyek gerok a ku nû li taxê hate çêkirin. Hinek birîndar jî birin bajarê Efrînê. Hate ragihandin ku di nava birîndaran de kesên ku rewşa wan giran e jî hene.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, balefirên şer ên rejîma Suriyê saet di 11.00’an de herêma Sekin Şebabî ya dikeve rojavayê Taxa Şêxmeqsud bombebaran kirin. Di bombebarana ku 2 caran pêk hat de, gelek sewal jî telef bûn û zirarek mezin a madî çêbû. Hate ragihandin ku bedena yek ji zarokên jiyana xwe ji dest daye perçe bûye, 2 cenaze jî, ji ber ku şewitîne nehatine nasîn.

Di dema ku balafirên şer tax bombebaran dikirin de, hêzên rêjîmê herêma li nêzî Firneya Bavê Ramî ya Taxa Şêxmeqsûd Şerqî jî topbaran kir. Di encama topbaranê de 6 kes berîndar bûn. Di nava birîndaran de 2 endamên asayişê jî hene.

Her wiha li nêzî benda kontrolê ya Eexselet Elcezîrê di navber YPG’ê û hêzên rêjîma Suriyê de pevçûn rû dan. Derbarê encama pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin.

Artêşa rejîma Beşar Esad ji 29’ê adarê ve taxa Kurdan bombebarn dike. Heta niha derdora 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di encama çalakiyên bersivdanê yên YPG’ê de derdora 40 leşkreên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin.

SEDHEZAR KES KOÇBER BÛN

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo di hevpeyvînek ku dabû ANF’ê de derbarê pevçûnên li Şêxmeqsûdê de wiha gotibû: “Pevçûn di navbera ereban de dest pê kir. Dewletê ev kir hincet û êrîşê taxên kurd kir. Ev êrîş jî bûn sedema koçberî û mirinan. Li her cihekî ku dewlet êrîş dike, komên çekdar ava dibe, ev li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî çêbû. Li her du taxan her çiqas bi giranî kurd hebin jî eşîrên ereb jî hene. Di encama van êrîşan de çekên xwe girtin û li dijî dewletê şer kirin. Ji derveyê kontorla me hinek malbatên kurd jî tevli van pevçûnan bû û xwe parastin.”

Hemo di hevpeyvîna ku 4’ê nîsanê hatibû weşandinde got: “Di şerê çend rojan de nêzî sedhezar kesî koçî Efrîn û Kobanê kir. Gelê me yên Efrîn û Kobanî divê welatiyên xwe bi hestên germ û welatparêziyê pêşwazî bike. Divê hemû sazî û lijneyên kurd ji bo gelê me seferber be.”