Hejmara miriyên komên çekdar derket 5’an
Hejmara miriyên komên çekdar derket 5’an
Hejmara miriyên komên çekdar derket 5’an
Hejmara endamên komên çekdar ên ku piştî êrîşa li dijî YPG’ê, di pevçûnên li Amûdê de jiyana xwe ji dest dan derket 5’an.
Li Amûdê duh êvarê komeke çekdar a bi navê 313 ku alîkariya xwe ji Tirkiyê digire êrîşî yekîneyek YPG’ê ya ji ser rêya Hesekê vedigeriya, kir. Di encama êrîşê de Şervanê YPG’ê Îsal Selah Gulo (Sebrî Gulo) jiyana xwe ji dest dabû û 4 jî birîndar bibûn.
Piştî êrîşê YPG’ê jî bersiv dabû û di encama pevçûnan de 4 endamên koma çekdar hatibûn kuştin, gelek jî birîndar bibûn.
Hatibû diyarkirin ku koma çekdar birîndarên xwe birine sînor û bi ambulansên Tirkiyê ku ji berê de hatibûn amadekirin birine nexweşxaneyên li Bakûrê Kurdistanê. Hate ragihadin ku yek ji van birîndarên rakirine Nexweşxaneya Navçeyea Mêrdîn Qoserê, jiyana xwe ji dest daye. Bi vî rengî hejmara endamên komên çekdar ên mirine, derket pêncan.
Hate hîn bûn ku kesên mirine Şêxo Elîka, Aras Bengo, Barzan Qerno, Nadir Mehmed Xelo û Seûd Ebdulbaqî Seydo ne. Hate ragihandin ku cenazeyên 4 kesan li Amûdê hatine definkirin û cenazeyê yek ji wan li Bakurê Kurdisatnê ye, le nehat zanîn cenazeye kîjan ji van e.