Hejmara kesên li Riha hatin girtin gihişt 25’an
Hejmara kesên li Riha hatin girtin gihişt 25’an
Hejmara kesên li Riha hatin girtin gihişt 25’an
Hejmara kesên ku bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ bûne, bi girtina 2 kesên li Wêranşar gihişt 25 kesan.
Di operasyona Riha ya bi hinceta tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ bûne gihişt 25 kesan. Li Riha û navçeyên wê di çalakiyên protestoyî de 254 kes ku hatin binçavkirin, li navenda bajêr 2, li Bêrecûkê 5 û li Pirsûsê 13 kes hatibûn binçavkirin.
Herî dawî bi girtina du kesên li Wêranşar hejmara kesên hatin binçavkirin gihişt 25’an. Kesên hatin girtin ku piraniya wan ciwan in li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Riha tên ragirtin.
Hat ragihandin ku Mehmet Tamanboga ê 20 salî piştî çalakiyên protestoyî dema li navenda navçeyê digeriya hatiye binçavkirin, Ferhat Ekîncî ê 18 salî jî di bûyeran de hatiye girtin.