Hejmara çeteyên li Elmanyayê vegeriyane gihîşt 420 kesan

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê da xuyakirin ku hejmara çeteyên çûn Sûriyeyê tevlî DAIŞ'ê bûn û vegeriyan, gihaşt asta herî bilind a heta roja îro. Hat îdîakirin ku şopandina van kesan 7 roj 24 saetan, nepêkane.

Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê da xuyakirin ku hejmara çeteyên çûn Sûriyeyê tevlî DAIŞ'ê bûn û vegeriyan, gihaşt asta herî bilind a heta roja îro. Hat îdîakirin ku şopandina van kesan 7 roj 24 saetan, nepêkane.

Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere ji Bîld am Sonntag re axivî û anî ziman ku hejmara hejmara çeteyên çûn Sûriyeyê tevlî DAIŞ'ê bûn û vegeriyan, gihaşt asta herî bilind a heta roja îro. De Maîzîere diyar kir ku hejmara van kesên rîsk heye li Elmanyayê 'çalakiyên şîdetê pêk bînin' 420 e. Wezîr anî ziman ku ew dizanin herî kêm 70 ji van ên vegeriyane tevî şer bûne yan jî perwerdeya leşkerî dîtine.

Wezîr da xuyakirin ku piştî çeteyên DAIŞ'ê li Sûriyeyê derbên giran xwarin, hejmara vegera li welatên jê çûne zêde bûye û nepêkane ev şexs bi awayekî rêkûpêk werin şopandin. Wezîrê Karên Hundir ragihand ku ji bo şopandina 420 çeteyên vegeriyane Elmanyayê, pêwîstî bi 17 hezar wezîfedaran heye.

De Maîzîere îdîa kir ku şopandina van şexsan bi 7 roj 24 saetan, 'ji ber sedemên hiqûqî' nepêkane. Wezîr wekî din diyar kir ku ji sedî 20 ê 760 kesên ji Elmanyayê çûne Sûriye û Iraqê jin in, bi giştî 120 ji van kesên çûne, di şer de hatine kuştin.