HDP'ê qetilkirina Ortakaya pirsî
HDP'ê qetilkirina Ortakaya pirsî
HDP'ê qetilkirina Ortakaya pirsî
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, ji bo Kader Ortakaya ya li ser sînor ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin, pêşniyar pirs pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kirin. Di pêşniyar pirsan de pirsa "Hefteyeke beriya qetilkirina Kader Ortakaya, li heman herêmê leşkerên ku îdîa kirin çeteyÂen DAIŞ'ê ji ber binpêkirina sînor 'hişyar' kirine, çima bêyî hişyarkirinê gule li mirovên sivîl reşandine?" hat kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, qetilkirina Kader Ortakaya ji aliyê leşkeran ve li ser sînor, xist rojeva Meclîsê. Sariyildiz bi vê armancê pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala kir û di destpêkê de dîmen û wêneyên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê yên beriya hefteyekê li heman herêmê kişandibû bibîr xist, ku Artêşa Tirk li ser vî dîmenî daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku leşkeran 2 kesên ku nexwest navê DAIŞ'ê jî bilêv bike 'hişyar' kirine da ku herêma mayinkirî biterikînin.
Sariyildiz da xuyakirin ku li ser sînorê Tirkiye-Rojava dewletê bi dehan mirov înfaz kiriye û xwest Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û Saziya Kontrolkariyê ya Gelelmperiyê, mijara kuştina bêdaraz a li ser sînor tavilê bixin rojeva xwe.
Sariyildiz ji Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala xwest bersivê bide van pirsan:
"Tevî ku dihat zanîn Kader Ortakaya û hevalên wê sivîl in, çima gule li wan hat reşandin? Der heqê leşkerên gule reşandine û fermana gulereşandinê dane de lêpirsîneke îdarî û cezayî hatiye destpêkirin? Li şûna binçavkirina Kader Ortakaya û hevalên wê, çima bi zanebûn gule li wan hatiye reşandin? Di nava du salên dawî de çend kes li ser sînorê Rojava hatin kuştin û birîndarkirin? Di dema hikûmeta we de li Tirkiyeyê çend kes li ser sînor hatin kuştin? Li kîjan bajarî çend kes hatine kuştin? Endamên DAIŞ'ê yên hewl dan ji Hatay, KîlÎs û Rihayê sînor derbas bikin yên hatine kuştin, birîndarkirin yan jî binçavkirin hene? Çend çeteyên DAIŞ'ê yên hatine binçavkirin hene? Çend ji van serbest hatine berdan? Leşkerên ku hefteyek beriya qetilkirina Ortakaya li heman cihî çeteyên DAIŞ'ê yên bi çek bi binpêkirina sînorê Tirkiyeyê 'hişyar' kirin, çima bêyî hişyar bike yekser gule li mirovên sivîl barandine?"
AYHAN JÎ JI SEROKWEZÎR PIRSÎ
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir û destnîşan kir ku Xwendekara master a beşa sosyolojiyê ya Zanîngeha Marmarayê Kader Ortakaya ya jiyana xwe ji dest da, bi zanebûn û bi girtina nîşanê bi derba li serî ketî hatiye qetilkirin.
Ayhan ji Davûtoglû xwest, bersivê bide van pirsan:
"Hêzên ewlekariyê bi kîjan sedemê êrîşî Kader Ortakaya kirine? Çima hedef hatiye girtin û qetilkirin? Ji bo hedefgirtina Ortakaya di destê we de agahiyên îstîxbaratî hene? Di dema bikaranîna mafê gulereşandina hişyarkirinê de, hêzên ewlekariyê li gorî kîjan rêvebername û qanûnî guleya hişyariyê berdide serê mirovan? Negirtina tedbîran li sînorê di bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê de û girtina tedbîran li ser sînorê di bin kontrola YPG'ê de, bi çi awayî dikare were ravekirin? Hejmara welatiyên sivîl ên heta niha li ser sînor di encama êrîşa hêzên ewlekariyê de hatin uştin çend e? Çend ji van welatiyên Komara Tirkiyeyê ne, çend jê welatiyên li Kantona Kobanê dijîn e? Hûn difikirin ku rapora otopsî ya Kader Ortakaya bi raya giştî re parve bikin? Hêzên ewlekariyê, welatiyên sivîl ên li ser sînor çalakiyên demokratîk dikin, ji terorîstên DAIŞ'ê bêtir weke xeteriyê dibînin?"