HDP'ê ji YNK'ê re sersaxî xwest
HDP'ê ji YNK'ê re sersaxî xwest
HDP'ê ji YNK'ê re sersaxî xwest
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî buroyên YNK û gel, şermezar kirin.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Celewlayê şermezar kirin. Hevserokan ji lîderê YNK'ê Celal Talabanî re peyama sersaxiyê şandin.
Di peyamê de hat gotin," Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li herêma Celewla yên li dijî buroyên YNK û gelê herêmê, em gelekî xemgîn kirine. Şehîdên we şehîdên me ne. Em dixwazin ku hûn zanibin em êşa we, xemgîniya we û hêrsa we ya li dijî DAIŞ'ê parve dikin." Hevserokan di dewama peyama xwe de gotin, "Li derveyî sînorên sûnî yên hatine xêzkirin û li derveyî berjewendiyên teng, diyar e pêwîstiya gelê Kurd di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bi yekîtiyê heye. Îro YPG, HPG û hêzên pêşmerge li dijî dijminên mirovahiyê li gel hev têdikoşin û ev eniya hevpar a Kurdan li dijî gefên derve yên di dema pêş de rû bidin, hêviyeke."
Hevserokan gotin, "Em hêvîdar in ev tarîtî wê bi têkoşîna hevpar re ji holê bê rakirin. Em sersaxiyê ji partiya we, malbatên şehîdên xwe û tevahiya gelên Kurdistanê dixwazin, hurmetên xwe pêşkêş dikin."