HDK: Helwesta hikûmetê tirs û fikaran diafirîne
HDK: Helwesta hikûmetê tirs û fikaran diafirîne
HDK: Helwesta hikûmetê tirs û fikaran diafirîne
HDK'ê bal kişand ser lawaziya hikûmetê ya di mijara avêtina gavên ji bo pêvajoya çareseriyê de û destnîşan kir ku, astengkirina hevdîtina parêzeran bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û neşandina heyeteke serbixwe ya doktoran, rê li ber tirs û fikaran vedike. HDK'ê da xuyakirin ku helwesta AKP'ê ya dijminane li dijî şoreşa Rojava, nayê qebûlkirin.
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) der heqê rewşa dawî ya qada siyasî de, daxuyaniyeke nivîskî da. HDK'ê diyar kir ku AKP ji bo rêveçûna pêvajoya aştiyê, gavên pêwîst neavêtiye û got, "Tevî hemû hewldan û fedekariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo rêveçûna pêvajoyê, destûra hevdîtina bi parêzeran re nayê dayîn, hevdîtina wî bi malbata xwe re li gorî kêfê tê bicihanîn, dîsa hevdîtina bi heyeta BDP'ê re jî heman helwesta kêfî tê nîşandan û hînê heyetek serbixwe ya doktoran neşandine Îmraliyê. Ev rewş, li nava mirovên ji bo çareserî, wekhevî, azadî û aştiyê têdikoşin, rê li ber tirs û fikaran vedike."
'HELWESTA DIJMINANE YA LI PÊŞBERÎ ŞOREŞA ROJAVA NAYÊ QEBÛLKIRIN'
HDK'ê helwesta dijminane ya AKP'ê li pêşberî şoreşa Rojava rexne kir û got, "Gelê Rojava hem li hemberî dorpêça rejîma Esad hem jî li dijî çeteyên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê AAS li ber xwe dide û hewl dide pêşeroja xwe ewle bike. Gelê Rojava li Serêkaniyê hêzên AAS qewirand û rêveberiya vê radestî meclîsên herêmî kir. Helwesta hikûmeta AKP'ê ya li dijî vê rewşê, nayê qebûlkirin."
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê, çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û li ser mafên wekhev, ewê têkoşîna xwe dewam bikin û di serî de têkoşîna gelê Rojava, ewê piştgiriyê bidin têkoşînên hemû gelan.