Hatina Xelfetiyê dest pê kir

Hatina Xelfetiyê dest pê kir

Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê pîrozbahiyên bi minasebeta 64'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şevê heya serê sibê berdewam kirin. Gelek welatiyên ji bajar û navçeyan hatin gihiştin Xelfetiyê û li qadê cihê xwe girtin. Herikîna welatiyan a bi wesayîtên taybet û otobusên ber bi Xelfetiyê ve berdewam dike.

Pîrozbahiyên bi minasebata rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada Mihrîcanê ya Xelfetiyê heya serê sibê berdewam kirin. Piştî kesên peywirdar ên ji bajar û navçeyan hatin welatiyên şevê bi rê ketin jî gihiştin navenda Xelfetiyê.

Welatiyên ji navçeyên Hezex û Cizîrê yên Şinrexê û welatiyên ji herêma Serhedê şevê din bi rê ketin gihiştin qada mihrîcanê. Li gelek bajar û navçeyan jî gelek welatî bi derfetên xwe û wesayîtên taybet hatin Xelfetiyê.

Peywirdarên TUHAD-FED'ê serê sibê li ketina Xelfetiyê nokteya kontrolê pêk anîn û wesayîtên tên, tên rawestandin û welatî jê tên xwarê. Wesayît ber bi riyên gundan ve tên beralîkirin û tên parqkirin. Welatî jî bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê bi sloganan ve ber bi qadê ve di meşin.

Li qadê firoşkarên seyar dezgehên xwe vekirin û dest bi firoşkariyê kirin. Kesên peywirdar pêştemalên li ser nivîsa "Serok re azadî" li xwe kirin. Welatiyên gihiştin qadê bi dewol û zurneyan govendê digirin û sloganan ji bo Ocalan qêriyan. Jin bi kincên xwe yên gelerî tevlî pîrozbahiyê dibin.

Polîs jî tedbîrên ewlehiyê yên berfireh digirin. Gelek polîsên ji bajar û navçeyên derdorê hatin li baxçeyê dibistana nêzî qadê û derketina Xelfetiyê tên bicihkirin.

LI TARSUSÊ PÎROZBAHIYA 4'Ê NÎSANÊ

Rêxistina BDP'ê ya Tarsusê jî bi heman armancê li ber Nûnertiya BDP'ê ya Taxa Fahrettînpaşa pîrozbahî li dar xist. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn û piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Tarsusê Ahmet Kizmaz axivî û diyar kir ku 4'ê Nîsanê dîroka vejîna kurdan îfade dike. Endamê rêveberiya BDP'ê Ferhat Tarhan jî xwest ku Ocalan azad bibe.

Piştî axaftinan welatiyan bi slogana "Bijî Serok Apo" govend girtin.