Hatina jinan a Pirsûsê hat astengkirin
Hatina jinan a Pirsûsê hat astengkirin
Hatina jinan a Pirsûsê hat astengkirin
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê jinên bi armanca tevlî nobeta berxwedanê bibin ji Stenbolê ber bi Pirsûsê ve ketin rê ji aliyê polîsan ve di ketina Pirsûsê de hatin rawestandin û polîsan xwest ketina wan a Pirsûsê asteng bike.
Bi armanca tevlîbûna berxwedana Kobanê jinên endamên Tevgera Jinan a Azad Demokratîk (DOKH) Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BÎKG), Jinên Anarşîst, Kolektîfa Femînîst Sosyalîst, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, HDP û meclîsa jinan a HDK’ê bi sê otobusan li otobanê li ser rêya ku diçe Pirsûsê hatin rawestandin. Di navbera gelek polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatibûn qadê û jinan de alozî derket. Hat ragihandin ku di aloziyê de hin polîsan bi devkî jin taciz kirine. Jin ji bo di rêyeke din de derbasî Pirsûsê bibin ji qadê veqetiyan.