Hat ragihandin ku her du ciwanan întîhar kirine

Hat ragihandin ku her du ciwanan întîhar kirine

Nasnameyên ciwanên li Parka Newrozê ya Amedê mirî hatibûn dîtin aşkera bû. Hat tespîkirin ku sedema mirina wan întîhar e.

Di encama lêkolînên polîsan de ji her du ciwanên ku ji serê xwe gulle xwaribûn, yek jê xortê 19 salî Emrullah Tolan, û yek jî jina ciwan Kader T. ye. Di encama otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê de hat ragihandin ku destpêkê Kader T. û paşê jî Emrullah Tolan gulle berdane serê xwe û bi vî awayî dawî li jiyana xwe anîne.

Cenazeyê Emrullah Tolan danê êvarî ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Dewletê hat wergirtin.