Hasan Cemal: Ez dixwazim li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikim
Hasan Cemal: Ez dixwazim li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikim
Hasan Cemal: Ez dixwazim li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikim
Rojnamevan Hasan Cemal da xuyakirin ku ew dixwaze li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Cemal diyar kir ku divê piştgirî ji daxwaza Ocalan a "Dixwazim li Îmraliyê bi çapemeniyê re bicivim" were dayîn.
Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina duh a bi Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Cîgira Serokê Koma BDP'ê Pervîn Bûldan de anîbû ziman ku ew dixwaze bi çapemeniyê re li Îmraliyê bicive.
Ocalan di peyama xwe de gotibû, "Eger li Îmraliyê derfet bê dayîn ku bi rêya çapemeniyê agahiyê bidim raya giştî, wê ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî baş be. Divê hikûmet di mijara gavên ewçend biçûk de, dudil nebe. Di encamê de, em hewl didin aştiya şerê 40 salan ku tê de 50 hezar mirovên me jiyana xwe ji dest dan, ava bikin."
'DIVÊ OCALAN KARIBE NÊRÎN XWE YEKSER RAGIHÎNE'
Rojnamevan-nivîskar Hasan Cemal daxuyanî da ANF'ê û diyar kir ku ew piştgiriyê dide vê pêşniyara Ocalan. Cemal bibîr xist ku wî beriya 20 salan derfet dîtiye bi Ocalan re hevdîtinê bike û got, "Min cara yekemîn di sala 1993'an de li Bekaayê bi Ocalan re du rojan hevdîtineke dirêj kir. Em li malekê bûn. Ji wê demê ve, me hev nedît."
Cemal, daxwaza Ocalan a ji bo hevdîtina bi çapemeniyê re got, "Xwezî weke rojnamevanekî derfet bidana min ku biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikim. Wê gelekî baş bibûya. Ocalan ji aliyekî ve mafdar e. Ji bo pêvajo bê pirsgirêk bimeşe û hîn bêtir feydê li pêvajoyê bike, dibe ku ev hewce be. Di vê çarçoveyê de eger karibe bi komeke ji rojnamevanan re rû bi rû hevdîtinê bike û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike, li gorî min wê ji bo pêvajoya çareseriyê, pêvajoya aştiyê karekî gelekî baş be."
'EV DAXUYANIYA MIN, DIKARE WEKE SERLÊDANÊ BÊ QEBÛLKIRIN'
Rojnamevan-nivîskar Hasan Cemal got, "Ev daxuyaniya ez didim we, dikare weke serlêdanek ji bo çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi Ocalan re bê qebûlkirin. Enqere wê çi bike, biryareke çawa bide nizanim, lê eger derfeteke bi vî rengî bide, wê gelekî baş be."