Hakemê DAIŞ protesto kir rastî êrîşê hat

Hakemê DAIŞ protesto kir rastî êrîşê hat

Kuluba Amed Buyukşehîr Belediyespor, êrîşa li dijî Teknîk Dîrektorê Sariyerê Turhan Ozyazanlar ku bi rêya tevna civakî DAIŞ protesto kir ji aliyê komekê ve rastî êrîşê, şermezar kir.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Kulubê ve hatiye dayîn hat diyarkirin ku Turhan Ozyazanlar ev sê sale di Amed Buyukşehîr Belediyesporê de dixebite û di serê sezona futbolê ya 2014-2015’an de ji ekîbên Lîga 2’emîn a Spor Totoyê teknîk dîrektorî kiriye. hat gotin ku Ozyazanlar li ber tesîsa kulubê rastî êrîşê hatiye. Kulubê diyar kir ku ew vê êrîşê şermezar dikin.