Gundiyên Boydê: Çawişê li ser sînor rê li ber çekên çeteyan vedike
Gundiyên Boydê: Çawişê li ser sînor rê li ber çekên çeteyan vedike
Gundiyên Boydê: Çawişê li ser sînor rê li ber çekên çeteyan vedike
Sivîlên extiyar, jin û zarok ên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin ber deriyê sînor ê Boydê, rastî gulereşandina DAIŞ û leşkerên Tirk hatin. Gundiyên Boydê jî îdîa kirin ku çawişekî li ser sînor, rê li ber şandina çekan ji bo çeteyan vedike.
Bi hezaran Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi çend eşya û heywanê xwe hatin xeta sînor a li gundê Boydê, li ser sînor disekinin. Çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girên Îzaê û Tilşehîr bicih bûne, bi topên hawanê êrîşî sivîlên li herêmê dikin.
Sivîlên ku ji ber dewleta Tirk derbasbûna ji sînor qedexe kiriye li ser sînor disekinin, duh êvarê careke din rastî êrîşa bi topên hawanê hatin. Li dû êrîşê, leşkerên Tirk bi bombeya gazê û maşînên zirxî nehiştin sivîl derbasî Bakur bibin.
Ji welatiyên Kobanê yên ji êrîşê filitî û xwe gihand gundê Boydê Salih Dewrêş diyar kir ku li gel jin û zarokan ew di nav gulereşandina ji du aliyan de mane. Salih Dewrêş heman piştî êrîşê ji me re axivî û ji bo pêkanînên artêşa Tirk û DAIŞ'ê yên li vê herêmê got, "Fermana Kurdan" e.
Dewrêş ragihand ku êrîşên li ser xeta sînor ji aliyê çawişekî pispor ve hatiye organîzekirin û gundiyên Boydê jî diyar kirin ku piştî êrîşên DAIŞ'ê destpê kirin ev çawişê pispor hatiye herêmê. Gundiyan îdîa kirin ku çawişê pispor ê behsa mijarê, rê li ber çûyîna çekan ber destê çeteyên DAIŞ'ê vedike.
Salih Dewrêş ê ji Kobanê got, "Li dû êrîşên DAIŞ'ê em ji gund derketin û bi heywan, eşya û wesayîtên xwe em hatin nuqteya sînor a li pêşberî gundê Boydê. Em li ser sînor sekinînin." Dewrêş ragihand ku piştî çeteyên DAIŞ'ê hatine girên Îzaê û Tilşehir ên li jorê herêmê, topbarana li hemberî sivîlan destpê kiriye.
Dewrêş anî ziman ku herî dawî duh êvarê çeteyên DAIŞ'ê top avêtine nuqteya ew lê ne û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Dema êrîşê rû da, me xwest ji sînor derbas bibin. Lê vê carê leşkeran êrîşî me kirin. Ji du aliyan ve em rastî êrîşê hatin. Ji xwe piraniya mirovên li vir jin û zarok in. Bi qasî saetekê hem leşkeran hem jî çeteyên DAIŞ'ê êrîşî me kirin. Heywanên me telef bûn, gelek kes birîndar bûn."
WESAYÎTÊN GUNDIYAN ŞEWITANDIN
Kobanêyiyan diyar kirin ku leşkerên Tirk îşkence li sivîlan kirine û got, "Berî du rojan ketin nava gel û îşkence kirin. Gotin ji vir biçin. Çeteyên DAIŞ'ê ji ser gir timî guleyan direşînin. Leşkerên Tirk jî ji vî alî ve sînor derbas dikin û êrîş dikin. Wesayîtên me ji me stendin, anîn ber têlan û li vir dan ber agir. Yek ji wesayîtên şewitandin ya xizmê min Şukru Hesen e ji gundê Darbazinê ye. Artêşa Tirk gule li heywanên me jî reşand û telef kir. Gelek heywan telef kirin."
Salih Dewrêş diyar kir ku leşkerên Tirk ên êrîşî wan kirin timî heqaretên nîjadperest li wan kirine û got, "Sixêfên giran li me dikin. Sixêfan li Kurdan dikin. Ji me re dibêjin biçin cem çeteyên DAIŞ'ê. Li nuqteya Boydê rewşeke li derveyî mirovahiyê tê jiyîn. Ev fermana Kurdan e, artêşa Tirk fermana qirkirinê tîne serê gelê Kurd."
Dewrêş destnîşan kir ku êrîşên li ser xeta sînor ji aliyê çawişekî pispor ve tê organîzekirin.
WEZÎFEYA BINGEHÎN A ÇAWIŞÊ PISPOR ŞANDINA ÇEKAN JI BO ÇETEYAN E
Gundiyên Boydê îdîa kirin ku çawişê pispor çekan ji çeteyên DAIŞ'ê re dişîne.
Gundiyan gotin, "Yê ku êrîşî gel dike, heqaretê dike, eşya û wesayîtên mirovan didize û dişewitîne, heywanan telef dike, ev çawişê pispor e. Li ser unîformaya vî çawişî cihê nav lê dinivîsîne vala ye. Ev çawişê pispor di erka xwe de zêdegaviyê dike." Gundiyan diyar kirin ku ev kesê jê re çawişê pispor tê gotin bi ço derbasî aliyê din ê sînor dibe û li sivîlan dide û gotin, "Di roja destpêkê ya cejnê de me xwarin birin ji zarokên Kobaniyên birçî yên li aliyê din ê sînor. Lê xwarine me girtin û ji ser têlan avêtin. Gule ber dide heywanan û wan telef dike. Me dîtin ku çêlekeke gundiyekî Kobanê destpêkê bi guleyê telef kir, dûre jî bi kêrê serî jê kir. Pêkanînên vî kesî, zilma wî bi vegotinê, naqede."
DU MAŞÎNÊN ZIRXÊ RADESTÎ ÇETEYAN HATIN KIRIN!
Gundiyan îdîa kirin ku çawişê pispor şandina çekan ji bo çeteyan organîze dike û wiha axivîn:
"Êvara Pêncşemê êrîşî gelê li vir kir û gel ji herêmê derxist. Piştî ku gel ji herêmê hat derxistin, ji aliyê girê Tilşehirê wesayîtek ber bi sînor ve hat. Wesayîtên ji vê herêmê ber bi sînor ve tên, rastî gulereşandina artêşa Tirk tên. Lê belê gule li vê wesayîtê nehat reşandin û yên ji wesayîtê peya bûn, li ser sînor bi vî çawişê pispor re axivîn. Dûre ji aliyê Tirkiyeyê leşkeran du maşînên zirxî anîn û têlên li nuqteya Tilşehîrê rakirin û wesayît radestî van kesan kirin. Piştre van kesan ev maşîn girtin û çûn. Me ev hemû li cihekî sînor ku me xwe lê veşartibûn, dît."
ÇAWIŞÊ PISPOR BI ÊRÎŞÊN DAIŞ'Ê RE HATIYE
Gundiyan dan xuyakirin ku li aliyê sînor ê li rojavayê Kobanê gelek bûyer qewimîne û anî ziman ku ev kesê jê re çawişê pispor tê gotin, heman piştî destpêkirina êrîşên DAIŞ'ê hatiye herêmê. Gundiyan diyar kirin ku çawişê pispor gotiye "Li vir karê min demkî ye, di demeke nêz de wê karê min biqede."
KUJERÊ BIRAYÊN ROJAVAYÎ
Gundiyên Boydê dan zanîn ku vî çawişê pispor fermana gulereşandina li du birayên bi navê Ahmed Seîd Ahemd û Kemal Seîd Ahmed daye, ku her du kesan di 26'ê Îlonê de dema xwestin derbasî Tirkiyeyê bibin rastî gulereşandinê hatine. Gundiyan diyar kirin ku di êvara êrîş rû da de çawişê pispor li herêmê bû û di qetilkirina yek ji van birayan û birîndarkirina yê din de rola vî çawişî yekser heye.