Gundên ku nobeta berxwedanê lê tên girtin di dorpêçê de ne

Gundên ku nobeta berxwedanê lê tên girtin di dorpêçê de ne

Bi berxwedana Kobanê re li gundên Pirsûsê jî nobeta berxwedanê hatiye destpêkirin. Hate hînbûn ku gundên ku nobet lê tên girtin di dorpêça leşkeran de ne.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê bi dijwarî êrîşî ser Kobanê kirin şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana bêhempa li dijî çeteyan şer kirin. Li Bakurê Kurdistanê gel ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li geundên Pirsûsê dest bi nobeta berxwedanê kirin. Tevî êrîşên polîs û leşkeran jî dîsa gel bi biryardarî nobeta xwe domandin. Leşker gundên Etmanika Mezin û Etmanika Biçûk ku berê nobeta berxwedanê lê dihat girtin dorpêç kirine.

Welatiyên gund diyar kirin ku li ser destûra leşkeran dikarin têkevin gund û nahêlin rojnameger têkevin gund. Welatî hişmendiya ku çeteyên ku ji şervanên YPG/YPJ'ê derb bixin birevin gundên Mahser û Miseynterê li derdora gund nobetê digirin û bi şev û roj her du bi dûrbînan kontrol dikin.