Gundê Etmanekê hat valakirin

Gundê Etmanekê hat valakirin

Gundê Etmanekê yê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi topên hawanê hat ji aliyê DBP'ê û kampa AFAD'ê ya li pêşberî gund e ji aliyê rayedaran ve hat valakirin.

Piştî ku girseya gel a li gundê Etmanek ê Pirsûsê rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hat, DBP'ê gelê nobedar ji gund derxist. Rêveberên DBP'yî, gundî û çalakger sewqî herêma li paş girê gund kirin û dûre bi hilbijartinên gel re li gund dest bi çalakiya nobedê kirin. Hat ragihandin ku veguhastina çalakgeran ji ber ewlekariya jiyanê hatiye kirin. Hêjayî gotinê ye, di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya danê sibê de ku 3 topên hawanê li gund ketin, 2 jê zarok 4 kes birîndar bûbûn.

Di vê navberê de kampa AFAD'ê ji bo penaberên ji Kobanê li pêşberî heman gundî çêkiribû, hat valakirin. Wesayît û xebatkarên çapemeniyê yên li jorî parka kon lê hatibûn vedan jî, ji aliyê leşkeran ve ji herêmê hatin derxistin.