Gultekîn ê Huda Parî yê gef li Demîrtaş xwar, birîndar bû
Gultekîn ê Huda Parî yê gef li Demîrtaş xwar, birîndar bû
Gultekîn ê Huda Parî yê gef li Demîrtaş xwar, birîndar bû
Berpirsyarê Weşana giştî ya Rehber TV Fîkret Gultekîn ê di Twitterê de gefa "Êdî kî wê we rizgar bike, meraq dikim" li Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş xwar, bi teqemeniya ku amade kiribû re birîndar bû. Li ser Gultekîn maske, lepik û mîqdareke zêde ya pereyê Îran û Iraqê hat dîtin, piştî emeliyatê ji nexweşxaneyê derket.
Berpirsyarê Giştî yê Rehber TV a Huda Parê Fîkret Gultekîn, bi agahî û raporên hatin peydakirin re piştrast bû ku bi teqemeniya bi xwe amade dikir re, birîndar bûye. Gultekîn ku di dema protestoyên Kobanê de bi gefa xwe ya li dijî Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ket rojevê, di 15'ê Cotmehê de ji ber birîndar bi teqemeniyê li Amedê rakirin nexweşxaneyê.
Di encama lêkolînên li ser bûyerê hatin kirin de derket holê ku Gultekîn, danê nîvro li tiwaleta benzînxaneyeke li ser rêya Rihayê, di encama teqîna madeya teqemeniyê de birîndar bûye. Gultekîn ê birîndar bû, ji aliyê kesên sivîl ên nehat zanîn kî ne, bi wesayîteke taybet rakirin Nexweşxaneya Memorial a Taybet. Gultekîn ê beşeke mezin a bedena wî ji ber teqînê birîndar bû, piştî mudaxleya destpêkê sewqî Servîsa Lezgîn a Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Di qeydên nexweşxaneyê de ji bo Gultekîn dihat gotin, "Nexweş, îro saet di 20:00 de, piştî birîndarbûyîna ji ber madeya teqemeniyê, ji aliyê 112 ve ji Nexweşxaneya Memorial a Taybet anîne Polîklînîka me ya Lezgîn."
BI LEZ Û BEZ JI NEXWEŞXANEYÊ HAT DERXISTIN
Piştî tehlîlên li vir Gultekîn nîvê şevê hat emeliyatkirin û emeliyat jî 2 saet û nîvan dewam kir. Tevî emeliyatê jî hat hînbûn ku çavekî Gultekîn nema dibîne. Gultekîn ê piştî emeliyatê demekê hat tedawîkirin, di 16'ê Cotmehê de bi lez û bez ji nexweşxaneyê hat derxistin. Der heqê bûyerê de Emniyetê û Walîtiya Amedê ti daxuyanî nedan.
Pirsa ku di vê bûyerê de tê meraqkirin ew e, ku Gultekîn ê piştî bûyerên Kobanê gefa "Êdî kî wê we rizgar bike, meraq dikim" li Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş xwar, gelo di nava amadekariya sûîqestê de bû?
Li ser Gultekîn tevî mîqdareke zêde ya Riyalê Îranê û Dînarê Iraqê derket, her wiha maske û lepik jî li ser wî hatin dîtin.