Gule û topên çeteyan bi ser Pirsûsê de dibarin
Gule û topên çeteyan bi ser Pirsûsê de dibarin
Gule û topên çeteyan bi ser Pirsûsê de dibarin
Li gundê Etmanek a Pirsûsê ku ev çend roj e fuze û topên ku çeteyên DAIŞ’ê avêtine lê dikevin, duh jî wesayîtên kesên di nobeta berxwedanê de bûn hatin gulebarankirin.
Çeteyên DAIŞ’ê ku li aliyekî êrîşî Kobanê dikin, li aliyê din jî gundên sînor ên Pirsûsê gulebaran û topebaran dikin. Duh di saetên nîvro de li gundê Etmanekê fuzeyek li dikaneke bakal ket û guleyê çekên luledirêj li wesayîtan ketin. Di êrîşê de mirî û birîndarî çênebûn lê di wesayîtan de xesarên mezin pêk hatin.