Greva birçîbûnê ya li Stockholmê bi mîtîngê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li Stockholmê bi mîtîngê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li Stockholmê bi mîtîngê bi dawî bû
Li paytexta Swêd Stockholmê, Kurdistaniyên ji bo piştevaniya gelê Kobanê ev 5 roj in li Meydana Sergelê di greva birçîbûnê de bûn, duh êvarê bi xwepêşandanekê dawî li çalakiya xwe anîn.
Di pênc rojên greva birçîbûnê de bi hezaran belavok hatin belavkirin. Kurdistaniyan der heqê rewşa Kobanê de raya giştî ya Swêdê agahdarkirin. Wê ji îro û pê ve jî li heman meydanê saet di navbera 10:00 û 20:00 de her roj bi şêweyên cuda raya giştî ya Swêdê her agahdar bikin.
Di pênc rojên grevê de parlamenter, nûnerên rêxistinên Swêdî, Îranî, Tirk û Elewî çalakger ziyaret kirin û dan xuyakirin ku ew destekê didin berxwedana li Kobanê tê meşandin.
Platforma ji 10 rêxistinên Kurdan jî dan xuyakirin ku ew ê ji bo destekkirina berxwedana Kobanê û şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê, di 26'ê Cotmehê roja Yekşemê de li Stockholmê xwepêşandaneke girseyî lidar bixe. Platformê bang li hemû Kurdistanî û parêzvanên mafên mirovan kir ku beşdarî xwepêşandanê bibin û piştgiriyê bidin berxwedana gelê Kurd.