Greva birçîbûnê ya li Bîelê bi mîtîngê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li Bîelê bi mîtîngê bi dawî bû
Greva birçîbûnê ya li Bîelê bi mîtîngê bi dawî bû
Li bajarê Swîsre Bîelê, greva birçîbûnê ya ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê û protestokirina bêdengiya hêzên navneteweyî hat meşandin, bi meş û mîtîngekê bi dawî bû. Li bajarê Awûstûralya Ashfield li dêra Exodusê konferansek bi mijara Kobanê hat lidarxistin.
BÎEL
Li bajarê Swîsre Bîelê, bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî, greva birçîbûnê ya dihat meşandin bi mîtîngekê bi dawî bû.
Di roja sêyemîn a greva birçîbûnê ya li konê li ber Gara Navendî ya Bîelê de meşek hat lidarxistin, dûre çalakî veguherî mîtîngê. Çalakgerên grevê sê rojan ji aliyê nûnerên partiyên siyasî û saziyên Swîsreyê ve hatin ziyaretkirin û destek ji wan re hat dayîn.
Meşa li vir jî heta navanda bajarê Bîelê dewam kir. Di meşê de belavokên bi zimanê Fransî û Elmanî hatibûn amadekirin, hatin belavkirin. Di axaftinên li mîtînga piştî meşê de jî hat diyarkirin ku divê hêzên navneteweyî destekê bidin berxwedana Kobanê, zext li Tirkiyeyê bê kirin ku ji bo Kobanê korîdorekê veke.
ASHFIELD
Li abjarê Awûstûralya Asfieldê jî, li dêra Exodusê li ser mijara berxwedana Kobanê konferansek hat lidarxistin. Di konferansa ku nûnerên Komeleya Kurd beşdar bûn de, bal hat kişandin ser girîngiya alîkariya însanî ya ji bo Kobanê. Komeleya Kurd a Sydneyê wê di rojên pêş de li zanîngeh û sendîkayan jî konferansê bi heman rengî lidar bixe.
BÎEL:


