Girtiyên Kurd ji Serok Komarê Îranê re name şandin

Girtiyên Kurd ji Serok Komarê Îranê re name şandin

Li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê beşek ji girtiyên siyasî ên Kurd nameyek ji Serok Komarê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rohanî re şandin. Girtiyan di nameyê de balkişande li ser zext û zordariya kerbidestên girtîgehê û ragihandin ku, li girtîgehan dadgeha Şoreşê kevintirin Dezgeha Hikumetêye. Di heman demê li himber belavkirina medeyên hişber û karbidestên hikumetê xwe bêdeng dike û qet hewildanekê ji bo cûdahiya dinavbera girtiyan nake.

Li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê Rojhilatê Kurdistanê girtiyên siyasî ên Kurd nameyek ji Serok Komarê nû yê Îranê Hesen Rohanî şandin. Di nameyê de balkişande ser rewşa hilbijartinên Îranê û rewşa girtî gehan dike û ji Hesen Rohanî re ragahand ku, “Em li bendêbûn ku, piştî hilbijartinan ew zilm û zordariya li ser gel û girtiyan dawî lê bê” û wiha berdewam dike, “Ji Bakûrê Rojava ta Başûrê Rojava gelek dijî ku, di destpêkê de ji mafê jiyanê bê parin. Di dema hilbijartinan de sozên hatine dayîn bi cih nayên. Di dema hilbijartinê de li Kurdistanê bi vîna gel tê leyîstin”

Di nameyê de hate destnişan kirin ku, girtîgeha bajarê Ûrmiyeyê xirabtirîn herêmê ji herêmên din ê Kurdistanê. Di vê herêmê de zîhniyeta netewperestî a girêdayî Panturkîzm û turanîzm, jiyan û hebûna xwe dijî gelê Kurd bi kartîne.

MAFÊ XWE PARISTINÊ NINE

Girtiyên siyasiyên Kurd di derbarê rewşa girtîgehê de ji dan diyar kirin ku, em ji ber mafê gelê Kurd niha di girtîgehê de ne. Rewş diyar û aşkere ye. Di dema girtinê de her tişt li ser me bi kar anîn. Ji êşkenceya fîzîkî bigire ta bêrûmetî û heya çendîn demjimêr em lêkolînkirin. Di dawiyê de ji mafê xwe parastinê ji aliyê dadgehê ve nayê berçav girtin.

DI GIRTÎGEHAN DE MADEYÊN HIŞBER ZÊDE NE

Girtiyan di nameya xwe de li ser helwesta dadgeha şoreşê jî gotiye ku, ev dezgeh kevintirîn dezgeha hikumetê ye û di destpêkê de bi belavkirina madeyên hişber û bê aramî li girtîgehan de qet ne bese û di girtîgehê de madeyên hişber ji dermanan zêdetir tê peyda kirin.

Girtiyan di berdewama nameya xwe de balkişande li ser kontrolkirina girtîgehê ji aliyê karbidestên rejima Îranê û diyar kirine ku, bê sinor êşkence li ser girtiyan têmeşandin.

Her wiha ji Hesen Rohanî xwestin ku çavekî wî li Kurdistanê be û wiha dom kir, “Li girtîgehên me êşkence têkirin, rewşa siyasî û aborî ya herêmê piştî 35 salên serkeftina şoreşê, yek demjimêrê ji netewa Kurd û kesên din li beramber zordariya paşayetiyê  bê deng nebûne.”