Girtiyê siyasî 3 meh in di hucreya yek kesî de ye

Girtiyê siyasî 3 meh in di hucreya yek kesî de ye

Girtiyê siyasî Celal Mezarci, yê di Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê de, 3 meh in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Mezarci ji bo protestokirina vê yekê dest bi greva birçîbûnê kir û rêveberiya girtîgehê şekir û leymon neda.

Girtiyê siyasî, Celal Mezarci ku meha tîrmeha borî anîn Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê, di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

Celal Mezarci, 17’ê tîrmeha 2014’ê hatibû girtin û xistibûn Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê. Mezarci bi hinceta “propagandaya rêxistina MLKP’ê kiriye û endamê rêxistinê ye” bi 6 sal û 3 mehan hate cezakirin. Ev 3 meh in Mezarci di hucreya yek kesî de tê ragirtin.

Mezarci ku name ji ANF’ê re şand, da zanîn ku zextên dijwar li wî tên kirin û got ku hewldanên wî bê encam mane. Mezarci da zanîn ku ji bo protestokirina van kiryarên rêveberiya girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiriye û got: “Her çendî ez di greva birçîbûnê de me, lê ne şekir, ne jî lîmon nadin min.”