Girtiyê nexweş Umît Aydin hat tehliyekirin
Girtiyê nexweş Umît Aydin hat tehliyekirin
Girtiyê nexweş Umît Aydin hat tehliyekirin
Girtiyê nexweş Umît Aydin ê nexweşiyên wî yên sîroz û gurçikan hebûn hat tehliyekirin.
Der barê Umît Aydin ê di çarçoveya doza esasî ya "KCK"ê de 4 sal in girtî ye û nexweşiyên wî yên sîroz û gurçikan hebûn biryara tehliyekirinê hat dayîn. Aydin ê di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D a Amedê de dima ji bo rapora Saziya Tipê ya Edlî şandibûn Girtîgeha Metrîs a Stenbolê piştî karûbarên têkildarî wî hatin bidawîkirin hate tehliyekirin. Tê payîn ku Umît Aydin piştî karûbarên tehliyeyê bi dawî bibin di saetên pêşiya me de ji Girtîgeha Metrîs were derxistin.