Girtiyê nexweş Umît Aydin hat berdan
Girtiyê nexweş Umît Aydin hat berdan
Girtiyê nexweş Umît Aydin hat berdan
Umît Aydin ê di doza bingehîn a "KCK'ê ya li Amedê dihat darizandin û ji sedî 80'yî bedena wî seqet e, ji ber nexweşiya wî di encama serlêdana parêzeran de hat berdan.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, yek ji girtiyên di doza bingehîn a "KCK"ê de dihat darziandin Umît Aydin hatiye berdan. Parêzer Meral Daniş Beştaş da xuyakirin ku rapora muwekîlê wê ya nîşan dide ku ji sedî 80'yî bedena wî seqet e heye û nexweşên gurçik û pişikê ye û got, "Dema muwekîlê min di doza bingehîn a "KCK" de dihat darizandin me rapor stend ku nexweşiya wî nikare li girtîgehê bê kirin. Di encama rapora me de dadgehê ew berda, lê li ser dijderketina dozgeriyê ji nû ve hat girtin. Ji ber nexweşiya wî giran bû, neçar dimîne hefteyê 3 rojan bi maşîna diyalîzê ve were girêdan. Di şert û mercên girtîgehê de, ev tedawî nikare bê kirin. Ji bo rapora Tipa Edlî, ew ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê veguhestin Girtîgeha Metrîsê. Gava nexweşiya wî girantir bû, me serî li dadgehê dan ji bo serbest were berdan. Heyeta dadgehê piştî lêkolînan biryar da ku Aydin serbest were berdan."