Girtiyê nexweş Ramazan Ozalp jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Ramazan Ozalp jiyana xwe ji dest da

Ramazan Ozalp ê bi sedema di serê wî de ûr heye 24’ê Gulanê ji girtîgeha ku 20 sal in têde dihat ragirtin hat tehliyekirin,  li nexweşxaneya ku têde tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Girtiyê nexweş Ramazan Ozalp di raya giştî de wek girtiyê nexweş tê zanîn, di mejiyê wî de ûr heye û ji navtengê û pêve felc e ku di 24’ê Gulanê de hat tehliyekirin, li nexweşxaneya ku têde tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Ozalp i sala 1994’an de li gundê Xirabêşeref ê Hezexa Şirnexê bi sedema “alîkarî û cih daye PKK” ku hat binçavkirin cezayê muebbetê lêhat birîn, mejiyê wî de ûr çêbû û piştî emeliyatan ji navtengê û pê ve felc bû.

Ozalp li Êlihê di nexweşxaneyeke taybet de jiyana xwe ji dest da. Wê Ozalpli gundê lê ji dayik bûye li Xirabêşeref ê Hêzexê bê defnkirin.