Girtiyan banga xwedîderketina li Rojava kirin
Girtiyan banga xwedîderketina li Rojava kirin
Girtiyan banga xwedîderketina li Rojava kirin
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, salvegera şoreşa Rojava pîroz kirin û li dijî êrîşên her roj zêde dibin, banga xwedîderketina li Rojava kirin.
Der heqê salvegera Şoreşa Rojava de li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê deskevtiyeke girîng a têkoşîna wan e. Kaya got, "Di qonaxa herî girîng a dîroka têkoşînê de, em salvegera şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pîroz dikin û dilsoziya xwe ya bi afirînerê şoreşa Rojava Rêber Apo re careke din dûbare dikin. Şoreşa Rojava ya bi keda bêhempa ya Rêberê me ava bû, sala xwe ya yekemîn temam kir. Li gel hemû êrîş û hewldanên qirkirinê jî, çanda têkoşîn û berxwedanê ya Rêber Apo afirandiye, li dijî paşverûtiya netew-dewletan û emperyalîzma cîhanê, meşa xwe ya ber bi serketinê ve bênavber dewam dike. Rastiya Rêberê li ber xwe dide, gelê li ber xwe dide, di şoreşa Rojava de jîndar bûye. Ji vê yekê hewl tê dayîn bi êrîşa çeteyan re, şoreşa gelê me ya li Rojava ji holê bê rakirin. Xwedîketina li Rojava, wezîfeya bingehîn a welatparêziyê ya her Kurdekî-ê ye. Li ser vê bingehê divê em hîn bêtir bixebitin, xwe bi rêxistin bikin û li dora Rêberê xwe bicivin."
'WERIN EM HER PARIYEK NANÊ XWE BI GELÊ ROJAVA RE PARVE BIKIN'
Kaya da xuyakirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya wan e, tenduristî û ewlekariya jiyana Ocalan, sedema têkoşîna wan e. Kaya got, "Em careke din pêwîst dibînin ku AKP'ê hişyar bikin. Divê heyeteke serbixwe ya doktoran biçe Îmraliyê û Rêberê me di kontrola tenduristiyê de derbas bike. Divê were zanîn ku ji bo azadî û ewlekariya Rêberê me, em dikarin bedena xwe feda bikin. Dîroka berxwedana zîndanê ya PKK'ê ispata vê ye. Divê em bi Rojava de di nava piştgiriyê de bin. Pêwîste em her pariyekî nanê tê ser sifra xwe, bi gelê xwe yê Rojava re parve bikin. Em yekemîn salvegera şoreşa Rojava bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî dikin û li ber giyana bilind a şehîdên şoreşa me, bejna xwe ditewînin. Dilsoziya xwe ya bi nîşaneya nirxên me Rêber Apo, careke din tînin ziman."